239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-31 19:47:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 239 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 14 hezar û 380 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 239 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 380 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 20 hezar û 881 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 208 hezar û 652.