Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin 2020-12-31 15:12:07   EDENE - Rêxistinên Ciwanan, bi daxuyaniyekê li dijî polîtîkayên Miduriyeta Polîsan a Edenê yên sîxûrtiyê, zext, gef û tacîzan ku ciwanan dikin hedef, derketin.   Rêxistinên Ciwanan ên Edenê, li dijî polîtîkayên Miduriyeta Polîsan a Edenê yên ferz kirina sîxûrtiyê û tacîzan ên li ser ciwanên muxalîf pêk tînin, daxuyaniyeke hevpar dan. Ciwanan civîna çapemeniyê li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê li dar xistin. Daxuyaniya ji aliyê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB), Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat li dar xistin. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş jî beşdar bû. Ciwanan pankarta “Zextên faşîzmê nikarin ciwanan têk bibin” daliqandin. Endama  DOB'ê Canser Dayanir daxuyiya hevpar rêxistinên ciwanan xwend.   Dayanir, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de zextên li dijî şoreşgerên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûne û wiha got: “Ji xeynî girtin û binçavkirinan, polîs gelek hevalên me dişopînin, gefê li wan dixwin û direvînin. Ev zext li Edenê li me jî tên kirin.” Dayanir, da zanîn ku polîsên Miduriyeta Polîsan a Edenê bi telefonê li ciwanên muxalîf û malbatên wan digerin û tacîz dikin. Dayanir, dest nîşan kir ku ev zext bi sala ne bi awayekî pergalî tên meşandin.   ‘MALBAT TÊN TACÎZKIRIN’   Dayanir, anî ziman ku polîs gelek caran bi telefonê li malbatan digerin, wan tacîz dikin û wiha bi dawî kir: “Polîs diçin cihê kargehên hevalên me. Li cîranên wan digerin û tên revandin. Lêgerîna polîsan a bi telefonê ne qanûnî ye. Di demên dawî de, ji bo ku polîs ciwanên welatparêz, şoreşger, sosyalîst û komînîst terorîze bikin derbarê wan de agahiyên xelet didin. Ji bo ku me ji rêxistinbûyînê dûr bixin, bi armanca agahî girtinê bi telefonê li me digerin û derbarê jiyana me ya taybet de, pirsan dipirsin. Sîxûrtiyê ferzî me dikin. Dema em vê yekê qebûl nakin jî, gefan li me dixûn û dibêjin, 'em ê li malbatên we bigerin.'    Ev zextên faşîzmê yên ku dixwazin ciwanan bikin sîxûr, têk bibin, bitirsînin û biçewisînin wê nekarin me asteng bikin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya heq bidomîn in.”