Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-12-31 12:20:34 STENBOL – Parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê ragirtin. Ji 27’ê Nîsana 20201’an ve agahî ji Ocalan û her sê girtiyên li cem wî nayê girtin. Parêzerên Ocalan serlêdana dawî ya sala 2020’an kirin. Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    PARÊZER TÊN ASTENGKIRIN    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê ve destûra parêzeran nayê dayîn ku biçin hevdîtinê.   Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi boneya “Nexşerêya” Ocalan a di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23’yê Îlonê de bi dema 6 mehan qedexeya hevdîtinê danî ser parêzeran.    MALBATAN SERLÊDAN KIR    Li aliyê din birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî bi boneya serê salê ku biçin Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. Her wiha malbatên Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li gel Ocalan dimînin jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan.      Her wiha biryara qedexekirina hevdîtina telefonê jî bo dema 6 mehan di 7’ê îlonê de hat sepandin.