Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin 2020-12-31 09:06:38 AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas, derbarê çalakiya grevê birçîbûnê de diyar kir ku ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin bi saziyên din ên sivîl re hin xebatên wan ên weke avakirina komîsyonan hene û banga hestiyariyê li civakê kir.  Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku koma 7’emîn dewr girt, di roja 35’emîn de dewam dike.    Reveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas, derbarê çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî.   ‘SALA 2020’AN BÛ SALA BINPÊKIRINÊN MAFAN’   Çakas, diyar kir ku sala 2020’an ji bo girtîgehan bû sala binpêkirinên mafan û wiha got: “Di vê pêvajoyê de li ser binpêkirinên mafan gelek rapor hatin weşandin, gelek daxuyanî hatin dayîn. Me jî di vê salê de hewl da ku dengê girtiyan ragihînin. Di dawiya salê de li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Di çalakiyên greva birçîbûnê de ewil meseleya tecrîdê derdikeve pêşberî me. Girtiyek heke mafên xwe yên hiqûqî nikare bikar bîne, ev yek tecrîd e. Em niha dibînin ku li Îmraliyê 21 sal in tecrîdek tê meşandin û ev tecrîd bandora xwe li civakê jî dike. Esas destpêkirina çalakiya grevê jî ji ber vê tecrîdê ye.”   ‘RAKIRINA TECRÎDÊ NE GELEK ZOR E’   Çakas, bibîrxist ku di salên 2012 û 2018’an de jî çalakiyên greva birçîbûnê yên domdirêj çêbûn û wiha axivî: “Di wan çalakiyan de hindik be jî ji ber ku tecrîd hat sistkirin girtiyan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bi dawî kirin. Bi taybetî jî di encama çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û 7 mehan berdewam kir de hemû rayedarên dewlet û desthilatê bi daxuyaniyên fermî diyar kirin ku tecrîd tune ye, malbat û parêzer bixwazin dikarin hevdîtinê bikin. Heta di wê pêvajoyê de akademîsyenek jî çû Îmraliyê bi birêz Abdulah Ocalan re hevdîtin kir. Em dibînin ku rakirina tecrîdê ne gelek zor e. Heke akademîsyenek bikaribe biçe hevdîtinê, ew jî dide nîşandan ku tecrîda li Îmraliyê polîtîk e.”   Çakas, da zanîn ku sala 2020’an bi destpêkirina pandemiyê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûn û got: “Ji ber binpêkirinên mafan nehatin çareserkirin û tecrîd jî didome ev yek vegeriya çalakiya greva birçîbûnê.”   ‘DAXWAZÊN GIRTIYAN HIQÛQÎ NE’   Çakas, destnîşan kir ku li gorî serlêdanên malbatan û yên girtiyan li nêzî 100 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye û wiha domand: “Li gorî serlêdanan û nirxandinên me nêzî 300 girtî bi dorveger dikevin çalakiyên greva birçîbûnê. Çalakiya greva birçîbûnê di esasê xwe de çalakiya bêîtatiya sivîl e. An ku çalakger dibêjin ‘em bawer dikin ku li Tirkiyê demokrasî heye ji ber wê yekê em dikevin çalakiya greva birçîbûnê.’ Li gorî min divê desthilatî spasiya xwe pêşkêşî girtiyan bike û ji ber daxwazên girtiyan hiqûqî ne jî divê gav werin avêtin. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên beriya niha de mirin jî qewimîn. Em naxwazin mirin çêbin. Ji bo daxwazeke hiqûqî divê mirin çênebin û divê ev daxwazên hiqûqî bi cih  werin. Rola saziyên sivîl ên civakî jî ev e.”   ‘GIRTÎ WÊ ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’   Çakas, anî ziman ku piştî greva birçîbûnê dest pê kir weke MED TUHAD-FED û hin parêzerên din çûn serdana girtiyan û wiha got: “Em dibînin ku li hin girtîgehan pirsgirêk dernakevin û li hin girtîgehan jî cezayê dîsîplînê û hucreyê li girtiyan dibirin. Destûra Bingehîn bi awayekî eşkere dibêje ku çalakiyên grevên birçîbûnê rêbazeke îfadeya azadiyê ye. Çi bibe bila bibe mafê kesekê yê biryarên li ser bedena wî hene. Cezayê dîsîplînê dayîn, pêkanînên cuda û zext ne hiqûqî ne. Li gorî hin serlêdanên ji bo saziyên me, li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind bi çalakiya greva birçîbûnê lêgerînên li qawişan zêdetir bûne, li Girtîgeha Tarsûsê îaşêyên hin girtiyên ku ketine grevê nadine wan. Li Girtîgeha Alanyayê jî cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn. Li gorî serdanên me û agahiyên malbatan ji me re ragihandine, girtî di berdewamkirina çalakiya xwe de bi israr in. Ev dide nîşandan ku wê binpêkirinên mafan jî zêdetir bin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Çakas, destnîşan kirk u ji bo çalakiya greva birçîbûnê hin xebatên wan hene û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Çalakiyên greva birçîbûnê di rojeva gelek saziyan de ne. Ji bo ku daxwazên girtiyan û malbatên wan bi cih werin bi saziyên din ên sivîl re hin xebatên me hene. Weke avakirina komîsyonan, biryarên ku komîsyon digirin bi çapemeniyê parve bikin. Dîsa gelek rapor hene ku rêxistinên hiqûqê parve bikin. Em dixwazin ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê hemû civak di sala 2021’an de bi hestiyar tevbigere.”   MA / Fahrettîn Kiliç – Cengîz Ozbasar