Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin 2020-12-30 16:31:33   SÊRT – Malbatên 3 endamên HPG'yî yên di êrîşên hewayî de li Herekolê û Şîrvanê jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Zevye hatibûn definkirin, piştî çend meh şûnde cenazeyê zarokên xwe wergirtin.    Li Herêma Herekolê ya Sêrtê di 28'ê Îlonê de şer derketibû. Di şer de Endamê PKK'ê Robin Bakir jiyana xwe ji dest dabû. Di 14'ê Tebaxê de jî li Gundê Cevîzlî yê Şîrvanê di êrîşa hewayî de endamên PKK’ê Davut Tul û Vedat Ok jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 3 endamên HPG'ê li Goristana Zevye ya Sêrtê hatibûn definkirin. Malbatan piştî agahî bihîstibûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabûn. Piştre çûbûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê xwîn dabûn û xwestibûn testa DNA bê kirin. Piştî encama testa DNA diyar bû, malbata Bakir  piştî 4 mehan, malbata Tul û Ok  jî piştî 2 meh şûnde çûn cenazyên zarokên xwe girtin. Malbatan di bin dorpêça polîsan de cenazeyê zarokên xwe ji goristana lê hatibûn definkirin derxistin û ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin. Malbatê cenazeyê Vedat Ok wergirtin û ber bi Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ketin. Malbata Davut Tul jî cenazeyê kurê xwe wergirtin û ber Navçeya Qelqeliyê ya Wanê, malbata Robin Bakir jî cenazeyê xwe girtin û ber bi navçeya Seyhan a Edeneyê ve bi rê ketin.