‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’ 2020-12-30 15:29:15   ENQERE - Li Enqereyê, 17 rêxistinên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, bertek nîşanî qanûna ku qeyûm tayînî komele û weqfa dikin dan û diyar kirin ku ew ê di her şert û mercê de têbikoşin.   Li Enqerê, 17 rêxistinên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, xwestin ku qanûna tê plankirin ku qeyûman tayînî komele û weqfan bikin paşve bê vekişandin. Rêxistinan li pêş avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî dan û pankarta “Em bi kerbin, bi fikarin lê bi biryar in, ji zarokan, parazvanê mafên zarokan û rexistinên mafên zarokan destê xwe bikişînin” vekirin. Di daxuyaniyê de, ednama Komîsyona Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Sevînç Koçak axivî.   Koçak, bertek nîşanî qanûna tê plankirin ku qeyûman tayînî komele û weqfan bikin da û wiha got: “Girtina rêxistinên mafê zarokan a bi hin hincetan, pêşî lê vikirina dest dayîna li ser malên wan, tunehesibandina ewlehiyên di bin peymanên netewî û navnetewî de nayên qebûlkirin.   Koçak, diyar kir ku bi fikarin ku binpêkirinên mafên zarokan zêdetir bibin û wiha bilêv kir: “Em bi fikarin ku rêxistinên zarokan ji ber xebatên xwe werin girtin û bi sedemên keyfî werin lêpirsîn.”   Koçak, destnîşan kir ku heta mafên zarokan nekevin bin ewlehiyê ew ê di her şert û mercî de têbikoşin.   Rêxistinên ku tevlî daxuyaniyê bûn ev in: “Tora Parêzerên di Qada Zarokan de Dixebitin, Tora Parêzerên Ciwan ên di Qada Zarokan de Dixebitin, Komeleya Zarok Li Her Derê Ne, Komeleya Pêşîlêgirtina Îhmalkirin û Îstîsmarkirina Zarokan, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Komeleya Xebatên Zarokan, Weqfa Piştevaniya Mirovî û Koçê, Komeleya Her Der Zarok, Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’ê, Komeleya Pêşî Zarok, Komeleya Hêviyên Rengîn, Komeleya Mafên Romanan, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî, Meclîsa Mafê Zarokan a Partiya Azadiya Civakî, Komeleya Ûçan Supurge, Mala Çandê ya Zarokan a Ûgûr Ozkan, Weqfa Lêkolînên Îqtîsadî, Siyasî, Sosyal a ZAN.”