Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn 2020-12-30 15:19:01   NAVENDA NÛÇEYAN – Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran hatin gel hev û bi van gotinan bang li hîkumetê kirin: “Êdî bes e, em naxwazin hê bêtir kêm bibin. Em dixwazin em bijîn û bidin jiyîn.”   Kedkarên tenduristiyê, li gelek bajaran şertên xwe yên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de hatine girankirin di heman waxtî de şermezar kirin û gotin: “Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn.”   ÎZMÎR   Li Îzmîrê, Odeya Bijîjkên Diranan, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Bijîjkan, Sendîkaya Yekitî û Piştevaniya Xebatkarên Tenduristiyê yên Asta Yekemîn, Genel Saglik-ÎŞ, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES), Komeleya Bijîjkên Malbatê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Hemû Teknîker û Teknîsyenên Radyolojiyê, Komeleya Derûnasên Tirk, Komeleya Pisporiya Bijîjkên Malbatê ya Tirkiyeyê, Komeleya Tenduristiya Malbatê û Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, bi dûrişmeya “Em bi hêrs in lewre em têk çûn, lewre em dimirin” hatin gel hev.   ‘WÊ KÎ HESAB BIDE?’   Rêxistinên li hev civiyan, bi beşdariyeke zêde li ber Sumerbanka Berê ya li navçeya Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Odeya Bijîjkan a Îzmîrê Lutfî Çamli li ser navê rêxistinan axivî û diyar kir ku ji ber biryarên bi gumana aboriyê hatine girtin bi sedan hempîşeyê wan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em hê jî jiyana xwe ji dest didin. Wê kî hesabê van şaşiyan bide? Li gel hemû hişyariyên me yên derzîkirina şewbê jî hikûmetê berpirsyariya xwe bi cih nanî. Em hê bihêztir hişyar dikin; li şûna berjewendiyên xwe yên siyasî tenduristiya gel esas bigirin. Em dizanin ku ji bo em nemirin ne sal divê zihniyeta we biguhere. Em ji we re dibêjin, êdî bes e, em naxwazin hê bêtir kêm bibin.”   WAN   Li Wanê jî Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan, SES û Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî li ber Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar li hev civiyan. Ji ber ku polisan destûr neda daxuyaniyê, kedkarên tenduristiyê qurnefîl danîn ber deriyê miduriyetê û derbasî Odeya Bijîjkan bûn. Li vir Serokê Odeya Bijîjkan Dr. Huseyîn Yavîç axaftinek kir û bertek nîşanî astengkirina polisan da û diyar kir ku hişyariyên kedkarên tenduristiyê tên paşguhkirin.    COLEMÊRG    Rêxistinên tenduristiyê yên Colemêrgê jî li avahiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya bajar li hev civiyan û daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi hêrs in lewre em têk çûn, lewre em dimirin” hat vekirin. Serokê Şaxa SES’ê ya Bajar Remzî Ozer daxuyaniya hevpar a rêxistinên xwend û gilî gazinên wan ên li hikûmetê anîn ziman.    RIHA    Li Rihayê jî Şaxa SES’ê ya Bajar, li avahiya xwe daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku rêveberên sendîkayê tevlî bûn de Hevserokê Şaxê Eylem Salar metna hatibû amadekirin xwend.