Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne 2020-12-30 10:36:50   ERZIROM – Li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H 10 girtiyan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a li girtîghan a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin di roja 34’an de didome. Koma 7'an greva birçîbûnê birêve dibe. 10 girtiyan li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H jî greva birçîbûnê dan destpêkirin.    Girtiyên bi navê Davût Kamiş, Adem Çallar, Kahraman Varol, Abdulcelîl Taşçi, Fahrettîn Taş û Melîk Polat û her wiha 4 girtiyên navê wan nehat zanîn di greva birçîbûnê de ne.