Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên 2020-12-30 09:03:55 WAN - Li Wanê welatiyên ku saetên wan ên ceryanê bi dîrekan ve hatine zeliqandin, diyar kirin ku fatûreyên wan êdî du qat zêde tên û heqê bicihkirina saetan jî ji wan hatiye stendin. VEDAŞ'ê jî parast ku ji bo pêşî li ber "ceryana qaçax" bê grtin wiha kirine û ji bo fatûreyên ku zêde tên jî got: "Li gor xerckirina ceryanê tê, tiştekî asayî ye."  Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Gola Wanê (VEDAŞ), li navenda bajêr û navçeyan saetê ceryanê li dîrekên ceryanê yên li derv dizeliqîne. Lê belê belê welatî naxwazin saetên wan li derve li dîrekan bên xistin. Her wiha welatiyan destnîşan kir ku piştî saetên wan li dîrekan hatine xistin, fatûreyên wan du qat zêde tên.    FATÛRE GIRAN BÛN    Sabahattîn Kapagan, anî ziman ku fatûreya wî ya ku berê 200-250 TL dihat, piştî ku saeta wî ya ceryanê li derve bi dîrek ve hatiye zeliqandin 400-600 TL tê. Kapagan, bilêv kir ku ji ber vê yekê mexdûr bûne û her wiha heqê cihguherandina saetê jî ji wan hatiye birîn. Kapagan got: "Êdî fatûreyan bi rêya peyamê dişînin. Ez ê çawa hûrguliyên fatûreyê bibînim? Berê qet nebûna fatûreyek dihat û tê de her tişt dinivîsand? Em tenê du lempeyên spî pêdixin û sarincê dişixulînin. Lê fatûre 400-600 Tl tê. Ev neheqî ye."    MEXDÛR IN    Fadîme Erguş jî anî ziman ku ji ber fatûreyan mexdûr bûne. Erguş, destnîşan kir ku fatûreya wan a ceryanê 180 TL dihat, lê piştî cihê saetê hatiye guherandin 400 Tl tê û got: "Em ê çawa bidin? Çima di zivistanê de tiştekî werê kirin? Ev neheqî ye. Gelek kes mexdûr bûne.    BERSIVA VEDAŞ'Ê    Ji ber gilî û gazincên şêniyên taxan me hevdîtin bi rayedarên VEDAŞ'ê re kir. Rayedaran parast ku "piştî ku qelsbûyîna voltajê hatiye helkirin, enerjiya baştir ketiye dewrê. Lewma ceryana tê xerckirin jî zêde dibe. Ev jî tiştekî asayî ye. Heger mirov bibêjin fatûreya me zêde hatiye, bila telefon bikin an jî daxwaznameyê bidin. Em bi baldarî daxwazên wan vedikolin û bersiva wan didin."    Rayedarên VEDAŞ'ê ji bo cihguhertina saetên ceraynê jî parast ku ji bo pêşî li ber "ceryana qaçax" bê girtin wiha dikin.    MA / Bariş Donmez - Ozlem Yayan