Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e 2020-12-30 09:03:52 WAN - Nûnerên komeleyan ên li Wanê, nerazîbûna xwe ya ji bo "qanûna qeyûman" a ku çend roj berê li Meclîsê hat qebûlkirin anîn ziman û destnîşan kirin ku armanca vê qanûnê "eciqandina muxalîfan" e.  "Teklîfa Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Çekên Komkujiyê de" di 27'ê Kanûnê de li Meclîsê hat qebûlkirin" û berpêşî Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan hat kirin. Bi vê qanûnê re dê serokomar karibe qeyûm tayinî rêxistinên civaka sivîl, weq û komeleyan bike û her wiha wê karibe dest deyne ser mal û milkên wan jî. PIştî ev qanûn ket rojevê gelek kesan nerazîbûna xwe anî ziman. Nûnerên komeleyên li Wanê jî vê yekê wekî "zilmê" bi nav kirin û xwestin bê vetokirin.    'ECIQANDINA MUXALIFAN'   Serokê Komeleya Parastina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik, anî ziman ku herî zêde gelê herêmê dizanin bê ka polîtîkayên tayinkirina qeyûman çi ne û got: "Nexasim jî AKP hemû kesên muxalif wekî 'terorîst' lanse dike. Îjar gava tu kurd bî, bêyî dadgehê jî qeyûman tayin dikin û dest datînin ser mal û milkan." Kalçik, destnîşan kir ku ev qanûn tê wateya "eciqandina muxalifan" û got: "Ê ku dewletan demokratîk dike, rêxistinên civaka sivîl in. Li welatên Ewropayê kesek herî kêm endamê 7-8 komeleyan e. Li welatekî hejmara komeleyan çi qas zêde be, li wî welatî ew qas demokrasî heye. Heger qeyûm bê tayinkirin, dê tu erkeke demokrasiyê ya wê komeleyê nemîne."    Her wiha Kaliçik bal kişand ser gotinên Erdogan ên derbarê hawirdorparêzan jî ku gotibû "Vandalên ku maskeya hawirdorparêzan bi kar tînin" û anî ziman ku îqtidar bi vê gotinê û qanûnê, ji bo ku karibe av, hewa û axê bifiroşe, dixwaze hawirdorparêzan bêdeng bike.    ‘TU KARÊ HAWIRDORPARÊZAN BI QEYÛM RE TUNE'    Kalçik, anî ziman ku endamên komeleya wan li ser asasê dilxwaziyê dixebitin û heger qeyûm bê tayinkirin, dê kar û barê komeleyê jî nemîne. Kaliçik, tu ferqa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin û devereke eskeriyê ji hev tune ye û got: "Dev ji têkoşîna ekolojiyê ya bi qeyûm re berdin, gava navê mirov û qeyûm bê ber hev du jî pirsgirêkeke pir mezin e. Tayinkirina qeyûm, tê wateya girtina komeleyê. Tu kesê ku ji bo hawirdor û demokrasiyê têdikoşe, dê bi qeyûm re nexebite."    ‘ZILM Û HEQARET'    Hevseroka Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê Kudret Temel jî qanûna navbirî wekî "zilm û heqaretê" bi nav kir. Temel, anî ziman ku wan destûr ji walîtiyê xwestiye û komeleya xw evekiriye û got: "Ev der, ne cihekî qaçax e. Em serdana malbatên girtiyan dikin. Carinan malbat jî tên vê derê. Em dengê malbatên girtiyan radighînin. Ev qanûnan navbirî bi tu awayî nayê qebûlkirin."    Temel, destnîşan kir ku ev qanûn, qanûneke şaş e, lê belê îqtidar dixwaze bi vî awayî zilmê li mirovan bike. Temel, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û got: "Tu eleqeya van tiştan û edaletê bi hev re tune ye. Ev der, komeleya malbatên girtiya ye. Heger qeyûm tayin bikin, dî cihekî malbatên girtiyan pê de biçin wê nemîne. Bi tayinkirina qeyûm re dê malbat û gel zehmtiyê bikişînin."    Temel, anî ziman ku çi dibe bila bibe dê xebatên wan dewam bikin û dê malbatan bi tenê nehêlin.    MA / Tolga Guney - Bariş Donmez