ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN 2020-12-30 09:00:37 * Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bewar Ûnver, diyar kir ku Neteweya Yekbûyî (NY) ketiye bin bandora Tirkiyeyê û got: "Neteweyên Yekbûyî, li dijî ambargoya li ser wargehê tu caran nebûye xwedî helwest. Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ne însanî ye.” * Nelirêtiyên di şaredariya AKP’ê de di raporên Sayiştayê de jî hatin xuyakirin. Li Şaredariya Semsûrê ya AKP'î kesê hem endamê meclîsa şaredariyê ye û hem jî Serokê şîrketekê ye, xwe li kadroya karkeran xist kar.    * Hunermendên Kurd Rotînda û Seyitxan, bal kişand ser asta mezinbûna êrîşa li dijî gelê Kurd û gotin: "Dema Kurd yekîtiya neteweyî pêş bixin dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin û bi ser bikevin."  * Nûnerên komeleyan ên li Wanê, nerazîbûna xwe ya ji bo "qanûna qeyûma" ya ku çend roj berê li Meclîsê hat qebûlkirin anîn ziman û destnîşan kirin ku armanca vê qanûnê "eciqandina muxalifan" e.    *  Li Wanê welatiyên ku saetên wan ên ceryanê bi dîrekan ve hatine zeliqandin, diyar kirin ku fatûreyên wan êdî du qat zêde tên û heqê bicihkirina saetan jî ji wan hatiye stendin. VEDAŞ'ê jî parast ku ji bo pêşî li ber "ceryana qaçax" bê grtin wiha kirine û ji bo fatûreyên ku zêde tên jî got: "Li gor xerckirina ceryanê tê, tiştekî asayî ye."    * Amediyan nerazîbûna xwe ya ji bo meaşê kêm yê nû hat diyarkirin anîn ziman û gotin: "Mirov, dê hîn bêtir xizan bibin." Serokê DÎSK'ê yê Şaxa Jimare 2 a Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî got: "Cardin kedkar mehkûmî kedxwariyê hatin kirin."    * Şaredariya Dutaxê ya AKP'î ku di dema qeyûm de 30 milyon TL deynê wê çêbûbû, di 21 mehan de tenê hin kuçe parke kirine û 265 tenekeyên çopê çêkirine.    * Danişîna doza Rojnameger Bûse Sogutlu wê li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.45)   * Xebatkarên tenduristiyê Azîz Yûral, Şexmûs Dûrsûn û Eyup Ergen ên di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de, hatibûn qetilkirin, wê  li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)   * Kedkarên tenduristiyê, wê bi dirûşmeya "Êdî bese, mirinan rawestînin. Em dixwazin bijîn" li Amed, Îzmîr, Edenê û gelek bajaran bi awayekê hemwext daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Rêxistinên mafên zarokan, bi daxwaza pêşnûçeya qanûna pêşiya qeyûm tayînkirina rêxistinên civaka sivîl vedike paşve bê kişandin, wê  li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa OHD'ê ya Amedê, derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, wê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP û aktivîstên TJA'yê, derbarê qetilkirinên jinan de, wê li Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistinên girseyî yên Demokratîk, derbarê komkujiyên meha Kanûnê de, wê li Şaxa Mamak a DAD'ê bernameya bîr anînê li dar bixe. (14.00)   * Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û Koma Kampanyeya Peymana Stenbolê Bi Cih Bîne, wê qetilkirina endama Hindekara Zanîngeha Aydin a Stenbolê Aylîn Sozer şermezar bikin. (14.00-19.00)