Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan 2020-12-29 16:12:55   STENBOL – Rojnamevan Ferda Yilmazoglû ku 30 meh girtî tê darizandin dîsa nehatin berdan.    Danişîna sêyemîn a doza rojnamevan Ferda Yilmazoglû, endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Seyhan Çîçeklî û Tegmen Ozturk, Farûk Ozturk, Hanim Bozkûrt, Heremsî Ozturk, Jiyan Ozturk, Betul Ozturk ku bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 30’yemîn a Çaglayana Stenbolêh at lidarxxistin. Yilmazoglû û Çîçeklî yên ku ev 30 meh in girtî tên darizandin ji girtîgeha lê tên ragirtin bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bûn. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir. Yilmazoglû û Çîçeklî parastina xwe kirin û sûcên li ser xwe red kirin û xwestin werin berdan.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku li gel 30 meh in miwekîlên wan girtî ne jî heta niha tu delîlên li ser wan nehatine tespîtkirin û îfadeyên şahidên eşkere rastiyê nade nîşandan.    Dozger xwest “bersûc” girtî werin darizandin û kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.    Şandeya dadgehê xwest ji bo şahida nav eşkere Mevlude Gunduz ku hêj îfadeyên wê nehatine girtin bînin dadgehê muzakere were nivîsandin, biryara dewama girtina “bersûcan” da û danişînê taloqî 23’yê adara 2021’an kir.