Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn 2020-12-29 15:45:07   AMED - Li nûçegihanê DÎHA ya bi KHK’ê hatibû girtin Mazlûm Dolan, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê, hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin Mazlûm Dolan ê di pêvajoya 103 roj qedexeya derketina kolanan a navçeya Sûr a Amedê de hatibû tahliyekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dolan ê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat darizandin ji ber ku li derveyî welat bû, nekarî beşdarî danişînê bibe. Parêzerê wî Resûl Tamûr di danîşînê de, amade bû.   Şandeya dadgehê, piştî danişînê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dolan birî.