Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin 2020-12-29 13:59:59   STENBOL – Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Stenbolê bi armanca piştevaniyê nameyan ji girtiyên ketine greva birçîbûnê re şandin.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê piştevaniyê dan girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê dane destpêkirin. Ciwanên HDP’yî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê hatin cem hev û pişt re jî derbasî Şaxa PTT’ê ya Navçeya Beyoglûyê bûn û nameyan ji girtiyên ketine greva birçîbûnê re şandin. Ciwanan piştî name şandin banga xwedî derketina daxwaza girtiyan kirin.