'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin' 2020-12-29 13:31:27 ENQERE – Jin HDK û HDP’î, derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de ev tişt gotin: “Bi Leyla Guven çong nedan şikandin.”   Jinên endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca ku bertek nîşanî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bidin, li Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Enqerê civîna çapameniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Enqerê Pakîze Sînemîllîoglû, di civînê de axivî û diyar kir ku bi girtinê tê xwestin jin û kurd bên tirsandin û ev tişt got: “Ev biryar ji bo me di hikmi tunebûnê de ye.”   ‘LEYLA VÎNA JINAN E’   Sînemîllîoglû, destnîşan kir ku di têkoşîna jinan û gelê kurd de cihekî girîng ê Leyla Guven heye û wiha got: “Leyla Guven vîna me jinan e. Tu desthilateke faşîst nikaribûye wê û me ji têkoşîna me bike û paşde gav bide avêtin. Di van êrişan de wê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê nikaribin ji têkoşîna Leyla Guven re bibin asteng. Em ê tu carî paşde gav navêjin. Lewre em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Wê desthilata we ya xerabûyî ya zihniyeta zilam winda bike. Heta ku tundiya zilam-dewletê, polîtîkayên tecrîdê û binpêkirinên mafan bi dawî nebin, wê têkoşîna me bidome.  Hûn ê biçin, em ê bimînin. Jin û kurd ji polîtÎkayên dijminane re  çong naşikînin û serî natewînin. Bijî piştevaniya jinan.”   ‘ÇONG NEDAN ŞIKANDIN’   Piştî Sînemîllîoglû, li ser navê Jina Nû ya Demokrat Denîz Akbiyik jî axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan bilind dibe û ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna jinan kuçe û qadan pêçaye. Ev pêvajoya di heman demê de bûye pêvajoyeke ku dewlet û zihniyeta baviksalarî di her qadê de êrişî têkoşîn, xebat û mafên jinan dikin. Girtina Leyla Guven jî mînaka vê yekê ye. Nikaribûn çong bi Leyla Guven bidin şikandin, bi zextên xwe wê têk nebirin. Em ê li der ve û Leyla Guven jî li hundir têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî Akbiyik, li ser navê Meclisa Jinan a Pêşverûy Sûde Sîvrî jî axaftineke kir û ev tişt got: “Em dizanin ku ev girtin û hewldanên teslîmgirtina vîna jin û kurdan vala ne.”