‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin' 2020-12-29 09:03:37 STENBOL - Rojnamevan Zana Seydî, anî ziman ku Tirkiyeyê tevî komên paramîlîter dixwaze Eyn Îsayê bi dest bixe û bi vê re pêwendiya bi Kobanî û Minbicê re qut bike û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike du perçe. Her wiha Seydî, destnîşan kir ku armanca êrîşên li ser Kurdistana Federe jî, ew e ku dor li rêveberiya xweser bê tengkirin.    Tirkiye tevî komên paramîlîter piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, vê carê jî êrîşê dibe ser Eyn Îsayê. Rojnamevan Zana Seydî ku qewimîn û geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, armanca êrîşên li ser Eyn Îsayê nirxandin.    18 PARAMÎLÎTER HATIN KUŞTIN    Seydî, anî ziman ku Tirkiye û komên paramîlîter bi hev re di 11'ê Mijdarê de êrîş birine ser gundê Maalek ê 3 kîlometreyan dûrî Eyn Îsayê ye û piştî QSD'ê bersiveke xurt daye van êrîşan, Tirkiye û komên paramîlîter derbên giran xwarine û paş ve vekişiyane. Seydî, da zanîn ku di êrîşan de 18 eskerên paramîlîter hatine kuştin û cenazeyên wan jî piştî hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re hatine dayîn. Seydî, bilêv kir ku paşê jî derdora bajêr, taxên li bakurê bajêr û çend gundên nêzî rêya M4'ê bi qasî hefteyekê hatine bomberankirin.    Seydî, destnîşan kir ku ji ber ku gundê Maalek li devereke di navbera Eyn Îsa, Kobanî û Minbicê de ye, xwedî cihekî stratejîk e û di êrîşên heya 18'ê Kanûnê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye, 14 sivîl û 8 şervanên QSD'ê jî birîndar bûne.    BOMBEBARAN DIDOME    Seydî, anî ziman ku Tirkiye û komên paramîlîter di 17'ê Kanûnê de hevdîtinek bi ûrisan re kirine û piştî vê hevdîtinê bi refaqeta balafirên keşfê êrîş birine ser gundê Cehbel û Mişrefeyê. Seydî got: "Ev her du gund li rojhilatê Eyn Îsayê ne. Bi qasî 3 kîlometreyan dîrû bajêr in. Dixwazin têkevin van gundan. Di 18-19'ê Kanûnê de ev gund bi dest xistin, lê şervanên QSD'ê cardin ji wan stendin. Li gor agahiyên bi dest me ketine, heya niha 19 çete hatine kuştin û 7 jê jî birîndar bûne. Li gor van çavkaniyan, eskerekî tirk jî hatiye kuştin. Di êrîşên li vê derê bi ser neketin. Lê bombebarana wan didome."    BI DESTÊ ÛRISAN AGIRBEST HAT XERAKIRIN    Seydî, diyar kir ku piştî êrîşa duyem a 18'ê Mijdarê di navabera QSD, Hikûmeta Sûriyeyê û Rûsyayê de peymanek hatiye îmzekirin û got: "Li gor Peymana Soçiyê ya di 22'yê Cotmeha 2019'an de hatibû îmzekirin biryara agirbestê hatibû girtin. Dê Rûsya jî wekî garantor rola xwe bilîsta. Her wiha QSD, Hikûmeta Sûriyeyê û Rûsya, dê li sê noqteyan agirbest pêk bainiyana. Paşê ûris bi helîkopteran dewriye geriyan. Lê dewleta tirk bi biryara ûrisan agirbestê xera kir."    Seydî, bilêv kir ku heya niha kes ji bajêr koç nekiriye, lê belê fikara ku dê êrîş bigihêjin navenda bajêr heye û got: "Ji lewra êrîş çend kîlometre wêdeyî navenda bajêr diqewimin. Lê car heye top li nava bajêr dikevin. Derdora qereqola ûrisan jî çend caran hat bombebarankirin. Perçeyên bombeyan li nav qereqolê ketin. Lê heya niha nerazîbûneke cidî nîşan nedane."    ZEXT Û ZORΠ   Seydî, destnîşan kir ku li ser QSD'ê zext û zoriyên eskerî hene û bi vî awayî tê xwestin destkeftiyên wan bên tarûmarkirin û got: "Dewleta tirk û çeteyên wê, dixwazin Rûsya bi zext û zoriyên eskerî tevbigere. Dixwazin bi van zext û zoriyan Eyn Îsayê radestî rejîma Sûriyeyê bikin. Rûsyayê gelek caran ev yek xwest. Lê belê QSD'ê jî bi awayekî aşkere ev yek qebûl nekir. Helwesta herî rast nîşan da, berxwedanê hilbijart."    ROLA DYA Û RÛSYAYÊ    Seydî, bibîr xist ku DYA û Rûsya garantorê agirbestê ne û ji bo polîtîkayên her du dewletan got: "Rûsyayê gelek caran got, 'herêmê radestî me bikin, yan na dewleta tirk dixwaze herêmê dagir bike.' Hêzên Amerîkayê jî dibêjin, 'dibêjin em li benda çûna Trûmp û siyaseta nû ne, lewma niha em nikarin li herêmê tiştekî bikin.' Ûris jî dixwazin sûdê ji van êrîşan bigirin. Cesaretê didin çeteyan. Dixwaze QSD dev ji vê axê berde û teslîmî Sûriyeyêb ike. Ev yek, di heman demê de xwesteka dewleta tirk e jî. Dewleta tirks dixwaze 'bila ev der ne di destê QSD'ê de be, bila di destê rejîma Sûriyeyê de be.' Ji bo vê jî li hev dikin."    GAVA MESELE KURD BIN...    Seydî, destnîşan kir ku armancên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistana Federe jî tunekirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Dixwazin bi êrîşên li Başûr, dor li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê tengkirin û gava firsendê zevt bikin, dixwazin tevî PDK'ê darbeyekê li vê şoreşê bixin. Yanî van hêzan peymaneke werê çêkirine. Lewma şîrovekirin hinekî zehmet e. Lê tiştên li qadê diqewimin, her tiştî aşkere dikin. Ji bo Efrîn û Minbic negihên hev, Tirkiyeyê dest danî ser Ezaz û El Babê. Hêzên DYA'yê jî ji Girê Spî û Serêkaniyê vekişiyan û destûra êrîşan hat dayîn. Niha jî bi pesendkirina Rûsyayê, li ber çavê dinyayê êrîşê dibin ser Rêveberiya Xweser. Dixwazin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin du perçe. Bi vî awayî dê Kobanî û Minbicê bikin hedefa êrîşan. Gava mesele hêzên demokratîk bin, yanî gava mesele kurd bin, em dibînin ku hemû hêz di bin heman sîwanê de tên cem hev du."   MA / Îdrîs Sayilgan