Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide 2020-12-28 13:48:02   STENBOL - Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku wê li şaredarî û saziyên girêdayî şaredariyê, mûçeya kêmane 3100 tl bidin.    Piştî ku Komîsyona Tespît a Mûçeya Kêmane di civîna dawî de mûçeya kêmane 2 hezar 825 tl û 90 qûrîş eşkere kir, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di hesaba xwe ya twîtterê de mûçeya kêmane ya li şaredarî û saziyên girêdayî şaredariyê ku bê sepandin eşkere kir. Îmamoglû, got: “Ji 1’ê Çileya 2021’an û şunde ji bo personelên li şîrketên şirîkahî û saziyên girêdayî wan muçeya kêmane dê bibe 3100 tl. Em ji gelê xwe û xebatkarên xwe re radigihînin”