Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin 2020-12-28 13:26:07   STENBOL - Danişîna polîs Mûrat A. yê ku pişta parêzer Zeycan Balci şikand hat dîtin.    6’emîn danişîna der barê polîs Mûrat A. yê ku pişta endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Zeycan Balci şikand, li 22’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê hat dîtin. Parêzer Zeycan Balci, bersûc Mûrat A. û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Di danişînê de heyetê ewil şahid guhdar kirin. Polîsê şahid Î.G. îdîa kir ku dema êrîşkirinê neditiye. Balciya jî beyanên şahidan qebûl nekir û wiha got: “Ne gengaze ku bûyer nedîti bin. Min dîmen gelek caran temaşe kir, kesê ku li min xist, yê ku niha li pêşberî we ye.” Parêzerê Mûrat A. jî xwest ku dîmenên aîdî roja bûyerê ji miduriyeta polîsan bê xwestin û şahid Ezgî Çakir bê guhdar kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzerê bersûc qebûl kir û danişîn taloqî 26’ê Nîsana 2021’an kir.