Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe 2020-12-28 11:53:28 COLEMÊRG – Hevjîna Necmettîn Fendîk ku li navçeya Geverê di serdegirtineke polisan de hat kuştin Kudred Fendîk, diyar kir ku keça wê ya herî biçûk Efrîn bi doza bavê xwe mezin bûye û banga tevlîbûna danişîna ku dê sibê bê dîtin kir.    Necmettîn Fendîk, di 16’ê Tîrmeha 2017’an de li taxa Gungor a navçeya Geverê ya Colemêrgê, di serdegirtina mala xwe de bi guleya polisan hat kuştin. Doza ku derbarê kuştina Fendîk de hat vekirin 3 sal in bi dawî nabe. Danişîna doza ku polis A.F.K weke bersûc têde tê darizandin dê sibê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê bê dîtin. Beriya danişînê hevjîna Fendîk Kudret Fendîk, xwest ku polisê bersûc A.F.K bê girtin û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.    3 SAL IN BI DAWÎ NEBÛ   Fendîk, bertek nîşanî bidawînekirina doza hevjînê xwe da û diyar kir ku parêzerê berpirsyarê dosyayê ku niha ji sûcekî edlî girtî ye jî ji vê rewşê berpirsyar e û wiha got: “Ez bi tenê hatime hiştin û bi tena serê xwe bi dosyayê re mijûl dibim. Hevjînê min li ber çavê zarokên min hat qetilkirin. Piştî ku hevjînê min qetil kirin, kincên ku kurê min ji bo dewetê li xwe kiribû û çekekê danîbûn ber serê wî. Hevjînê min bêguneh bû û eleqeya wî bi tiştekî re tunebû. Li înşaatê dixebîtî û debara me dikir.”   DAXWAZA EDALETÊ    Di berdewamê de Fendîk, bi bîr xist ku polisan dema serdegirtina malê wan jî derp kirine û ev tişt anîn ziman: “Piştî ku cîran û xizmên me li hewara me hatin tundiya li ser me bi dawî bû. Neheqî li me kirin. Tu tiştekî bi faîlan nekirin. Ez dixwazim polisê hevjînê min kuşt bê cezakirin. Dema bûyer pêk hat, keça min Efrîn 8 mehî bû. Bi êş û doza bavê xwe mezin bû. Bila mafê hevjînê min li erdê nemîne. Ez bi 9 zarokên xwe re bêkes mam. Em daxwaz dikin ku faîlên zilma li me bên dîtin.”