Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar 2020-12-28 10:25:59   COLEMÊRG – Dolmîşa rêwiya ya ji navçeya Geverê diçû Wanê û TIR’ek li hev qelibîn û di qezayê de 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê vê sibehê dolmîşek rêwiya diçû Wanê. Li ser rêya Geverê li nêzî gundê Xilxêsê ya bi ser navçeyê ve dolmîş û TIR’ek li hev qelibîn. Li gorî agahiyên ewil hat diyarkirin ku di qezayê de 4 kes jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne. Piştî qezayê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û miriyan jî rakirin morga nexweşxaneyê.