Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin 2020-12-28 09:37:20 ENQERE - Di sala 2020'an de qedexe û astengiyên li ser xebat û saziyên çand û hunerê berdewam kir. Îsal şano hatin girtin û lîstikên şano hatin qedexekirin. Li aliyê din bi hinceta şewba vîrûsa corona salonên şano hatin girtin û hunermendan ji neçarî amûrên xwe firotin û perde girtin. Lîstikên kurdî hatin qedexekirin û muzisyenên neçar man enstrumanên xwe firotin xwestin întîhar bikin.    Sala 2020'an wekî qada aborî, siyasî, tenduristî, daraz û perwerdehiyê bandorek pir neyînî li ser xebatên çand û hunerê jî kirin. Hem ji ber polîtîkayên hikûmetê û hem jî ji ber şewba vîrûsa corona şano hatin girtin, salonên şano vala man û listik hatin qedexekirin. Hikûmetê bi hinceta vîrûsa corona konser, lîstikên şano, mihrîcan û xebatê çand û hunerê yên komî tev qedexe kirin. Ji ber qedexeyên hikûmetê yên li ser xebatên çand û hunerê, saziyên çand û hunerê îsal di qada aborî û hilberînê de gelek zor û zahmetî derbas kir. Îqtîdarê covît-19 ji bo xwe kir mertal û li dijî hunera demokratîk û muxalif bikar anî. Lê sazî û rêxistinên çand û hunerê yên li nêzî xwe li derve qedexeyan hatin girtin û qedexe nas nekirin. Bi vê polîtîkayê çand û hunera ên din bê nefes hişt û tecrîd kir. Di mehên ku bi hezaran karker di fabrîqeyan de kar dikirin, konser û salonê şano hatin qedexekirin. Wezîrê Karên Hundir bi giştînameyekê salonên şano û konserên vekirî qedexe kir. Ji ber giştînameya Wezîrê Karên Hundir bi hezaran kedkarên çand û hunerê û malbatên wan zerar kirin. 150 kedkarên hurnerê yên Şanoyên Dewletê û Bale û Opera Dewletê bi sedema "Lêpirsîna ewlehiyê" ji karên xwe hatin dûrxistin. Bi taybetî piştî pandemiyê dûrxistina kar a kedkarên çand û hunerê zêdetir bû.    ŞANOYÊN TAYBET GIRTIN   Gelek şanoyên taybet ku piştgirî ji dewletê negirtin, hatin girtin. Salona Kolana Ihlamur a Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) ku 58 salin xizmetê dide, di 6'ê kanûnê de hat girtin. Li Kadikoyê Oyku Sahne ku 10 salin xebatê dike ji ber deynan hat girtin. Dîsa li Kadikoyê Salona Biçûk û Dika Toy a 12 salin xebatê dike ji ber qeyrana aborî hat girtin. Dîsa wekî Kumbaraci50 gelek salonên biçûk ên şano jî bi girtinê re rû bi rû man.    PROJEYA WEZARETA ÇAND Û TURÎZMÊ    Muzîsyenen ku betal man, ji bo dengê xwe bigînin îqtîdarê li Stenbol, Îzmir û Enqereyê çalakiya “Bêdengiyê" li dar xistin. Li ser vê yekê Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy, di 4'ê Kanûnê de projeyek da testpêkirin û wekî "Mizgînî" aşkere kir. Wezîr xwest ji bo carekê hezar Tt piştgiriyê bistînin dema hunermend derketin ser dikê wê wê rojê bi wêne bianina ziman. Li dijî vê yekê Pinar Aydinlar, Erdal Erzincan, Mazlum Çimen û Ceylan Ertem bertek nîşan dan û gotin "Em ne parsek in."    QEDEXEYÊ 'LIJNEYA MUZIR'Ê'    Lijneya Parastina Biçûkan a ji Neşrîyatta Muzir a Girêdayî Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê, îsal 3 pirtûkên zarokan wekî 'Muzir' îlan kir.    HER TIŞT JI BO SEROKOMAR SERBEST E   Li Tirkiyeyê ji ber şewbê piraniya çalakiyan hat qedexekirin. Lê AKP'ê mîtig li dar xistin. Orkestraya Senfonî ya Serokomar konserên xwe berdewam kirin. Li gel îtîrazan Koma Bale û Operaya Antalya ya 80 kesan, di 15ê Gulanê de di çarçoveya projeya Serokomar a “Ji 7 giran heta 7 parzemînan konser pêk anî. Di heman çarçoveyê de ji 8'ê Hezîranê heta meheke hunermendên nêzî AKP'ê yên wekî Ajda Pekan di “Konserên Yeditepe yên Stenbolê de derketin ser dikê. Derket holê ku tenê ji bo Ajda Pekkan 30 milyon TL xerç kirin.    BUTÇEYA ÇAND U HUNERÊ    Îsal wekî qada aborî, tenduristî û perwerdehiyê ji bo qada çand û hunerê jî butçeyek hindik veqetandin. Îqtîdarê tenê ji bo sala 2021'an 6 milyar 826 milyon 518 hezar tl pere veqetand.    JI BER BETALIYÊ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎ   Ji ber xebatê çand û hunerê hatin qedexekirin, hunermendê muxalif gelek zor û zahmetî dîtin. Gelek muzisyenan enstrumanên xwe firotin. Hunermendên jin bi tacîz û mobîngê re rû bi rû man. Hunermendê tembûrê Duran Ay, ji ber 10 mehan betal ma, di 16'ê kanûnê de dawî li jiyana xwe anî.    GELEK HUNERMEND MIRIN   Di sala 2020'an de gelek hunermend mirin. Muzisyen John Prine, Ellis Marsalis Jr., Joe Diffie, nivîskar û wergêr Nevzat Erkmen, Fernando Solanas, Kim-ki Duk û Nivîkarê Marksist Leo Panitch bi vîrûsê mirin.    Dîsa Krzysztof Penderecki, Ernesto Cardenal, Hunermendê Kurd Seid Yusuf, Seyitxanê Boyaxçî,  Kirk Douglas, Hamid Ceryat, Seîd Gabarî, Mohammad Reza Shajarian, Hikmet Karagoz, Celal Melekşa, Timur Selçuk, Mehmet Çetin, Haydun Boysan, Devrim Parscan, Bîrol Unel, Ayşegul Atik, Levent Unsal, Umit Demirdelen, Cavit Murtezaoglu, Seyfi Dursunoglu, Engin Nurşanî jiyana xwe ji dest dan.    QEDEXEYÊN KURDΠ   Îsal zextên li ser çand û hunera kurdî berdewam kir. Meclisê Kurdî wekî "Zimanê nayê zanîn" penase kir. Dadgeha Amedê dîsa ji bo parastina kurdî "Zimanê nehat famkirin" pênase kir. Şanoya Kurdî qedexe kirin. Avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya (NÇM) ya 18 salin li Beyoglu xebat dikir, di 20'ê tebaxê de bi zorê vala kirin û dewrî Qeymeqamiyê Beyoglu kirin û piştre dan Şaredariya AKP'î ya Beyogluyê.    Di 13'ê Cotmehê de lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê “Bêrû” ku Şaredariya Stenbolê xwest derxe ser dike, Qeymeqamiya Gazîozmanpaya ya Stenbolê qedexe kir. Heman lîstik li Rihayê jî di 13'ê mijdarê de qedexe kirin.  Dîsa dema Şaredariya Stenbolê şahiya "Li Kolanê huner heye" li dar xist destûr neda navê stranên kurdî û komê hurdî cih bigire. Pirtûkvanê Stenbkolê yê di bin baneya Îstanbul Kultur A.Ş ya girêdayî Şaredariya Stenbolê cih neda weşanên Kurdî. Qeyûm tayînî gelek şaredariyên HDP'ê kirin. Qeyûm ewil tabelayên Kurdî û navê Kurdî daxist. Navê kolanan ên kurdî jê bir û navê Tirkî lê danî. Qeyûm piştî tayînî Şaredariya Bêgirî ya Wanê kirin, ewil saziya jinan û çandê girt. Li Wan û Şaxê lewheyên Kurdî daxistin. Qeyûme Êlihê dawî li karê zimanzan Zana Farqînî anî. Şaredariya Sêrtê pişti qeyûm Pirtûkxaneya Celaled Alî Bedîrxan xera kir. Şaredariya Qersê hesabê medya civakî yê kurdî girt.    SANSUR KÊM NEBÛN   Li aliyeki sansur û qedexe zêde bûn, li aliyê dun hunermend li dijî qedexeyên li ser Kurdî û sansuran li ber xwe dan. Li Ametê Tora Çand û Zimanê Kurdî bi tevlêbûna 300 kesan komxebat li dar xist. Tora Çand û Ziman di 13'ê Çile de ava bû.    Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) têkildarî 15'ê Gulanê Roja Ziman bi navê "Ne tenê rojek, bila her roj cejna ziman be" kampanya dan destpêkirin.  Li Amedê di 21'ê Çile de Komeleya Wêjevanên Kurd hat avakirin. Vakfa Mezopotamya Komeleya Lêkolînên Ziman û gelek rêxistinên civakî bi gelek zaravayên Kurdî li ser online Kurs vekirin.    Gemet hunermendên Kurd li Stockholmê ji bo piştgiriyê bidin yekîtiya neteweya Kurd li Solnahallenê konser li dar xistin.    LI SER WÎKÎPEDÎA GOTARÊN KURDÎ 30 HEZARÎ DERBAS KIRIN    Eleqeyên şîrketên cîhanê ên li hemberî kurdî jî zêde bûn. Îsal li ser Wikipedia hêjmara gotaren Kurdî 30 hezar derbas kir. Googleyê li beşa wergerê Kurdî jî zêde kir. Dîsa Şîrketa Microsoftê di 22'ê tebaxê de Kurdî jî li zimanê wergerê zêde kir.    DOZ LI HUNERMENDAN HAT VEKIRIN   Li endamên Koma Munzur ji ber di Newroza Wanê de strana “Zindana Diyarbekir” û “Serhildan Jiyane” stra 10 meh cezayê hepsê li wan birîn. Li Mahmut Alinak ê jiyana Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ên di qedexeyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nivîsî, doz hat vekirin. Li Hunermend Ferhat Tunç toz hat vekirin. Dîsa li derhênerê belgefîlma “Roza-İki Nehrin Ulkesi” Kutbettin Cebe 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birî.    WÊRANKIRINA WARÊN DÎROKÎ   Di pêvajoya şewba vîrûsê de talankirin û wêrankirina warên dîrokî berdewam kir. Ji ber Bendava Ilısu Warê dirokî Heskîf di bin avê de hiştin. Dîsa li Êlihê bi sedan war û stargehên çandî di bin avê de man. Li Pilûmuriya ya Dersimê warên pîroz û çandî Kaniyên Munzurê ji mimarê re vekirin. Ayasofya, di 24'ê Tîrmehê de dîsa kirin mizgeft.    PIŞTEVANÎ XURT BÛ    Li gel hemû astengî û qedexeyan tora çand û ziman û tora piştevaniya hunermendan xurt bû. Bi îmzeya 2 hezar kedkarên şano di 2'ê Gulanê de kampanya "Bila Şanoya me bijî" dan destpêkirin û 30 hezar kesan îmze kir. Vakfa Çand û Hunerê ya Stenbolê di meha Hezîranê de bi navê "Fona piştgiriya muzisyenan" kampanya dan destpêkirin. Komeleya Çandên Muzîkê ya Anadolu, dê ji bo muzisyenên zahmetiyê dijî îro şeva piştevaniyê li dar bixin.    LI EYWANÊ KONSER    Gelek hunermendan ji bo welatiyên nikarin ji malê derkevin konserên eywanê li dar xistin. Li İtalya, İspanya, Almanya, Irak, Çin, DYA Bahreyn û Tirkiyeyê muzisyen û hunermendan li eywanê xwe konser dan. Mihrîcana Fîlmên Belgeselan a Amsterdamê (IDFA) di dîroka mihrîcanê de 300 film ji bo temaşekirina her kesî parve kir. Li Tirkiyeyê jî gelek fîlmên sînemayê li ser hola dijîtal ji temaşevanan re vekir.    MIHRÎVAN Û KONSER BI RÊYA ONLINÊ LI DAR XISTIN   Orkestraya Filarmonî ya Berlînê ku ji ber vîrûsê betal bû li ser înternetê konser zindî parve kirin. 15'emîn Mihrîcana Fîlmên Karkeran ka Navneteweyi di 1-7'ê Gulanê de li ser onlinê parve kirin. Koma Şubadap a Zarokan li ser onlînê konser li dar xist û gelek konserên din bi rêya onlînê li dar xistin.    APÊ MUSA 100 SALÎ YE   Çinara Gelê Kurd û Çapemeniya Kurd Musa Anter (Apê Musa) ket sedsaliya xwe. Musa Anter ê di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin, ji bo çapemeniya Kurd bû bingehek xurt. Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol, têkildarî sedsaliya Musa Anter ji Rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsî. Piştî Rojnameya Yenî Yaşamê ket 2 saliya xwe, Nivîskar û Rojnameger Huseyîn Aykol bi sergotara "Apê Musa 100 salî ye" bal kişand ser jiyan û felsefeya Musa Anter.    LI WARÊN DÎROKÎ KONSER DAN   Di pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî li warên dîrokî yên wekî Şikeftên Hasûnî, Keleha Zerzevanê û Gelê "Konserên Dengê Paşerojê Amîda" li dar xistin.    XELATÊN 2020'AN    Hunermenda Kurd Zehra Doğan, ji ber ruh û karakterista hunermenda îtalyanî Carol Rama jîndar kir hêjayî xelatê hat dîtin. Dîsa fîlmê "Ji bo Azadî ku derheneriya wê ji Kokeltifa Sînema ya Rojava Ersin Çelik kiribû hêjayî xelatê hat ditin. Xelat li bajarê Valansiya ya Îspanya hat dayîn. Xelatên Musa Anter a Şehidên Çapemeniya Azad ên Rojnamegeriye û Xelatên Rojnamegeriyê yê Metin Goktepe hatin dayîn.    MA / Zemo Aggoz