Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne 2020-12-28 09:23:11 STENBOL – Rojnamevan Yûsûf Karataş diyar kir ku Rûsya komên girêdayî Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bikar tîne û heta ku bersiv nedin daxwazê kurdan û Rêveberiya Xweser dê li Sûriyê çareseriyek ne mimkin be.    Êrişên Tirkiyê û komên selefî yên girêdayî Tirkiyê di van rojên dawî de li ser bajarê Eyn Îsayê yê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Rûsya li dijî van êrişan bêdeng maye û bersiva Tirkiyê nade. Her wiha tê gotin Rûsya van koman li dijî kurdan ango QSD’ê wek kozek bikar tîne û dixwaze Eyn Îsayê radestî rejîma Sûriyê bike. Rojnamevan-nivîskar Yûsûf Karataş êrişên li ser Eyn Îsayê nirxand.    Karataş got êrişên li dijî Rojava di heman demê de tên wê maneyê ku hevsengiya li Rojava were xerakirin. Karataş anî ziman ku tê payîn dibe ku destwerdanên nû li ser Sûriyê pêk werin û êrişên li ser Eyn Îsayê jî wek tabloyek vê destwerdana nû ku serê wê Amerîka û Rûsya dikişînin nîşan da.   ‘BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ NE MIMKIN E’    Karataş destnîşan kir ku Rûsya, van komên selefî ku di bin banê Tirkiyê de êriş dibin ser Eyn Îsayê li ser kurdan wek şivekê bikar tîne û got: “Rûsya hêj kurdan neaniye hember xwe. Lê belê dixwaze kurdan tengav bike û li van şertan digere. Rûsya dixwaze di bin banê xwe de çareseriyek li pêş bixe. Rûsya hebûna Amerîka ya li Sûriyê jî ji xwe re talûke dibîne. Tirkiye her çiqas bêje ‘çavê di axa kesî de nîne’ jî lê belê destkeftiyên kurdan ên li Sûriyê ji xwe re wek tehdîtek cidî dibîne. Îqtîdara Tirkiyê dixwaze destkeftiyên kurdan li Sûriyê têk bibe. Lê belê heta ku daxwaz û pêşniyazên kurdan û Rêberiya Xweser ên li ser Sûriyê neyên qebûlkirin û şertên li wir neyên başkirin, wê çareseriyek jî ne mimkin be.”    MA / Ferhat Çelîk