Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan 2020-12-28 09:05:01 MÊRSÎN – Bekîr Sitki Keçecî yê di sala 1999’an de 273 roj di rojiya mirinê de ma banga piştevaniya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê dane destpêkirin kir û divê her kes bibe dengê girtiyan.  Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê girtiyan bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi dawî bibin di 27’ê mijdarê dest dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Çalakî di roja 32’yemîn de bi koma 7’an berdewam dike. Gelek alî piştevaniya greve dikin û ji bo daxwaza girtiyan were bersivandin bang dikin.    Bekîr Sitki Keçecî yê 21 sal di girtîgehê de ma û di sala 1999’an de li girtîgehên Gebze û Bolû li dijî sepana cilên yek reng, jimartina leşkerî, lêgerîna tazî û muameleyên xerab 273 roj di rojiya mirinê de li ber xwe da ji bo çalakiya greva birçîbûnê bang kir. Ew ji ber bi nexweşîna Wernicke Korsakoff ku piştî rojiya mirinê lê peyda bû di sala 2002’yan de hat tehliyekirin.    ‘GREV LI DIJÎ ZILMÊ YE’    Keçecî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji ajansa me re axivî û banga piştevaniyê kir. Keçecî got her dem girtî ji bo mafê wan neyê binpêkirin serî li rêbaza grevên birçîbûnê didin û ev jî mafê wan e. Keçecî diyar kir ku girtî li dijî sepanên ku rûmeta mirovahiyê tên binpêkirin dest bi greva dikin û mafên xwe yên însanî dixwazin. Keçecî anî ziman ku li dijî lêferzkirinên dij mirovî girtî dest bi greva birçîbûnê dikin û ev ji roja sepanên xerab li girtîgehan dest pê kiriye wiha tê heta roja îro. Keçecî anî ziman k udi hucreyan de her kêlî însan terkî mirinê tên kirin û li dijî vê yekê dema rojiya mirinê jî tê destpêkirin zehmet û qet ne hêsan e.    ‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE Û EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN’    Keçecî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin û got: “Tecrîd li Îmraliyê dest pê kiriye. Lê belê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan hemû sepanên wek hev hene. Tecrîdkirian rêberek tevgera netewî divê li dij were derketin. Lazim e polîtîkaya tecrîdê bi temamî were bidawîkirin. Pêwîste girtiyên nexweş, zarok, jinên zarokên wan hene werin berdan. Lazime sînordarkirinê li ser girtiyan werin rakirin. Ne mimkin e meriv li hember greva birçîbûnê ya girtiyan bêdeng û xemsar bimîne. Ez wek kesek min wan pêvajoya derbas kiriye nikarim bêdeng bimînim. Pêwîste em bibin dengê girtiyan û daxwazên girtiyan werin pejirandin.”    MA / Omer Akin