Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin 2020-12-27 19:43:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyê ji ber vîrîsa koronayê 254 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 205 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Hejmara miriyan gihîşt 19 hezar û 878 kesan û hejmara giştî ya pêketiyan jî gihîşt 2 milyon û 147 hezar û 578 kesan.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên dawî yên vîrîsa koronayê (Kovîd-19) yên li Tirkiyê belav kir. Li Tirkiyê ji ber vîrîsa koronayê 254 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 205 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Hejmara miriyan gihîşt 19 hezar û 878 kesan û hejmara giştî ya pêketiyan jî gihîşt 2 milyon û 147 hezar û 578 kesan.    Koca di parvekirina daneyên dawî de got: "Îro 2.806 nexweşên me hatine tespîtkirin. Hejmara pêketî û nexweşên me kêm dibe. Hejmara yên temasî hev kirine û daxwaza testê kêm dibe. Em hêvîdarin di demek nêz de bandora bergiriyan û qedexeyan jî ji nêz ve bibînin. Biryardariya têkoşînê wê serkeftinê mayînde bike."