Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê 2020-12-27 11:31:13   AMED – Girtiyê nexweş Abdullah Tûran ê beriya çend rojan hat berdan piştî li nexweşxaneyek Amedê tedawiya wî hat kirin wî birin malê.    Abdullah Tûran ê ji stûyê xwe pê vê felc bûye û ji dilê xwe nexweş e li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê dihat ragirtin. Di 24’ê kanûnê de ji ber bi giranî nexweş bû hat tahliyekirin. Turan piştî ji Nexweşxaneya Başakşehîra Stenbolê derxistin anîn nexweşxaneyek Amedê tedawî lê hat sepandin. Tûran jî xwestibû kul i Amedê were dermankirin. Piştî tedawiya wî li nexweşxaneyek Amedê hat kirin ji nexweşxaneyê hat derxistin û birin mala wan a li gundê Nenyasa girêdayî navçeya Licê.