Berf bariya berasteng hepsî malê bûn 2020-12-27 09:17:40   WAN - Li Wanê ji ber ku xetên zer ên peyarêyan di bin berfê de mane û şematokî bûne, welatiyên berasteng zehmetiyê dikişînin. Berastengan diyar kir ku hepsî malê bûne û xwestin ev xetên zer ên peyariyan ku şematokî bûne bên helkirin.    Li Wanê bi rojane berf dibare. Ji ber vê rê û peyarê qeşa girtine. Ev yek bandorê li çûnhatina welatiyên berasteng jî dike. Ji lewra xetên zer ên peyarêyan di bin berfê de mane û qeşa girtine û ji ber vê welatiyên berasteng zehmetiyê dikişînin. Welatiyên berasteng diyar kirin ku ji ber vê hepsî malê bûne û xwestin peyarêyên di bin berf û qeşayê de mane bên paqijkirin.    Serokê Komeleya Berastengan a Wanê Hanefî Baykara anî ziman ku li bajêr gelek rê û peyarê li gor berastengan nayên çêkirin û xwest gava rê û peyarê bên çêkirin berasteng jî esas bên girtin. Baykara, diyar kir ku bandên şefaf ên zer ên divê li hundirê avahiyan bên zeliqandin, li ser kolanên mezin tên zeliqandin û got: "Lê gava berf dibare ev band radibin. Li hin cihan ev şaşî hatine rastkirin. Lê li her derî nehatiye kirin. Ji nav kuçeyên bajêr heya nexweşxaneyê tune ye. Em ji rêvebiran re dibêjin 'Vê peyarêyê li gor berastengan çêbikin.' Ji lewra hingî em têkoşiyan em westiyan."    ‘HEGER PIŞTGIRÎ HEBE ASTENGÎ NAMÎNE'    Baykara, bilêv kir ku hin peyarê hinekî bilind hatine çêkirin û ji ber vê berastengên ku sendelyeyê biteker bi akr tînin zehmetiyê dikişînin. Baykara, destnîşan kir ku esnafan gelek peyarê dagir kirine û got: "Me gelek caran bilêv kir. Rêvebiran telîmat da, lê xebatkar guh nadinê. Ji bo welatiyên berasteng zûzû adapteyî jiyanê bbibin, divê welatî û rêvebir di vî warî de hesas bin. Heger piştgirî hebe astengî tune ye, heger destek tune be, dê asteng hebe."    PEYARÊYÊN ŞEMATOKΠ   Welatiyê berasteng Onder Yuka anî ziman ku gava rê û peyarê tên çêkirin welatiyên berasteng esas nayên girtin. Yuka, bal kişand ser peyarêyên di bin berfê de mane û got: "Paqijkirina wan nezehmet e." Yuka, destnîşan kir ku ji ber vê gelek hevalên wan hepsî malê bûne û got: "Malbatên me, me dibin komeleyê. Lê tim ne guncan in. Carinan karê wan heye û kes tune me derxe derve. Mirovên ne berasteng jî nikarin di van peyarêyan de bimeşin. Xetên zer ên hatine çêkirin pir şematokî ne. Heger ên neşamatokî bên çêkirin, dê pir baş be. Li ber komeleya me jî derfetên wiah tune ne. Gava em tên vira jî em zehmtiyê dikişînin. Ez bi darên bin milan dimeşim. Heger bişemitim û bikevim û milên min bişikên ez ê hepsî malê bibim. Qet nebe bila li ber malên berastengan ev tişt bên çêkirin."