Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin 2020-12-27 09:11:43   ENQERE - Hiqûqnas Hasîp Kaplan, anî ziman ku heger Tirkiye biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de pêk neyne, dê her kêliya ku di ser vê biryarê re derbas bibe wekî "sûcê îşkence û binpêkirina azadiyê" li ber navê wê bê nivîsandin û got: "Ev, hem di warê neteweyî hem jî di warê navnetewyî de sûc e."    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22'yê Kanûnê de biryar da ku demildest Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Parlementerê HDP'ê yê berê hiqûqnas Hasîp Kaplan biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de û helwesta Tirkiyeyê ya derbarê biryarê de nirxand.    ‘BAHÇELÎ Û ERDOGAN SÛC DIKIN'    Kaplan, anî ziman ku xala 90'emîn a Qanûna Bingehîn a ji bo pêkanîna biryarên DMME'yê pir aşkere û zelal e, lê belê Erdogan û Bahçelî vê qanûnê binpê dikin. Kaplan got: "Ji bo vê mînak hene. Mînaka dawî derbarê Azerbêcanê de ye. A ku vê yekê pêk bîne daraz e, ne birêvebirin û hikûmet e. Lê belê yê diaxife hikûmet e. Ji lewra telîmatê dide darazê. Daraz di bin emrê wê de ye."    ‘SÛCÊ BINPÊKIRINA AZADIYÊ'    Kaplan, destnîşan kir ku heger îqtidar biryara derbarê Demîrtaş de pêk neyne dê li Komîteya Wezîran a Ewropayê hesabê vê yekê bide. Kaplan, anî ziman ku heger biryara DMME'yê pêk neyê, dê her kêliya ku di ser vê biryarê re derbas bibe wekî "sûcê îşkence û binpêkirina azadiyê" li ber navê Tirkiyeyê bê nivîsandin. Kaplan got: "Ev, hem di warê neteweyî hem jî di warê navnetewyî de sûc e. Ev kirin, di dema dîktatoran de pêk tên. Tu wateyeke gotinên Bahçelî û Erdogan tune ne. Bi gotinên bêhiqûqî propgandayê dikin, ji bo alîgirên xwe. Demildest divê ev neheqî û bêedaletî bi dawî bibe."    ‘SIYASETMEDARÊN HDP'Î HEMÛ DIKARIN SERLÊDANÊ BIKIN'    Kaplan, anî ziman ku Tirkiye dê vê carê nikaribe wekî biryarên din dek û dolaban bigerîne û got: "Ji lewra yek ji xalên girîng ên biryara DMME'yê jî, ev e; ku di biryara xwe de got 'li Tirkiyeyê niha rêyên hiqûqa navxweyî bêbandor in.' Ev pir girîng e. Parlementer û şaredarên din jî bi rêya parêzerên xwe bi vê biryarê serî li DMME'yê bidin. Di ser 16 hezarî re endam û rêveberên HDP'î hatin binçavkirin. Piraniya wan dikarin li gor vê biryara Daîreya Mezin a DMME'yê ji bo jinûvedarizandinê serî lê bidin."    MA / Berîvan Altan