Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir 2020-12-26 17:49:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeriyê, serlêdana ji bo berdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de red kir. DMME'yê biryar dabû ku Demîrtaş bê berdan. Parêzerên Demîrtaş jî ji bo vê serî li dadgeriyê dan, lê belê dadgeriyê bi hinceta ku hîn biryara DMME'yê li tirkî nehatiye qulibandin, serlêdana parêzeran red kir.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya 22'yê Kanûnê de ragihandibû ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Piştî vê biryarê parêzeran ji bo berdana Demîrtaş serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê dan. Lê belê dadgehê bi hinceta ku hîn biryara DMME'yê li tirkî nehatiye qulibandin serlêdan red kir.