Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya 2020-12-26 15:20:22   XARPÊT - Li navçeya Xûxê ya Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya.   Li gorî agahiyên ku Resetxaneya Kandîlliyê ragihand, saet di 14.09’an de li navçeya Xûxê ya Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya. Erdheja ku 11.57 kîlometreyan di bin erdê de çêbû li navçeyên derdorê jî hat hîskirin. Erdhêj di nava welatiyan de bû sedema tirsê.