ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî 2020-12-26 15:06:47   ÎZMÎR - Endamên ÎHD’ê, aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku di sala 1997’an de li Amedê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatin girtin pirsîn.     Endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku di 26’ê kanuna 1997’an de li Amedê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.  Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Caner Canli çîroka windabûna Ozdemîr par ve kir.   Canli, diyar kir ku Ozdemîr ji ber zextan ji gundê Arakî yê navçeya Licê koçî navenda Amedê kiriye û li vir bazirganiya heywanan kiriye. Canli, da zanîn ku Ozdemîr, rojekê serê sibê ji mal derketiye û got: "Ozdemîr dema ji malê derdikeve û dibêje ‘ez ê biçim bazara heywanan’, dûre dema bi hevalên xwe ve li kiratxaneyekê rûnişti bû ji aliyê du kesên bi cilên sivîl ku bêtêl û çek bi wan re hat revandin.”   Canli, destnîşan kir ku piştî Ozdemîr ferq kir di erebeya wan kesên xwest bikin tê de, kesekî din jî heye ne xwest bikeve erebeyê û wiha axivî: “Lê van kesan Ozdemîr bi darê zorê û tundiyê kirin erebê û ji wir birin. Gelek kesên ku li wir bûne şahidên vê bûyerê. Li ser vê yekê hevjîna wî Enzîle Ozdemîr di 29’ê Kanûna 1997’an de serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê da. Hevjîna wî diyar kir ku hevjînê wê bi darê zorê binçavkirine û alîkariya hiqûqî xwest. Dûre bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê da. Dadgehê bersiva ‘Mehmet Ozdemîr ji aliyê Miduriyeta Polîsan hatiye binçavkirin’ da. Lê îmzeya tu rayedaran li ser vê bersivê tune bû. Piştî ku hevjîna wî tu agahî jê negirtin careke din serî li saziyên eleqedar da. Lê vê carê gotin nehatiye binçavkirin dibe ku bi xeletî gotibe we hatiye binçavkirin. Hevjîna Ozdemîr di 7’ê Çileya 1998’an de bi daxwaznameyeke ku rewşê vedibêje dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Li ser vê yekê serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û aqûbeta Ozdemîr ji cendermeyê pirsî. Careke din bersiva nehatiye binçavkirin hat dayîn. Piştî lêpirsîneke demdirêj di Kanûna 2003’an de Dozgeriya Komarê derbarê revandina Ozdemîr de biryara ku tu lêpirsîn neyên vekirin da.”   DMME BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA   Malbata Ozdemîr li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Dadgehê bi biryara xwe ya Çileya 2008’an de diyar kir ku mafê jiyanê yê Mehmet Ozdemîr hatiye binpêkirin û mafê serîlêdanê, yê ewlehî, azadî û qedexeya îşkenceyê yê hevjîna Ozdemîr, Enzîle Ozdemîrê jî hatiye binpêkirin.   Canli, anî ziman ku li gel vê biryarê jî kesên ku Mehmet Ozdemîr revandin nehatin dîtin û darizandin. Canli, diyar kir ku weke komele wê ji bo dewlet bi rabirduya xwe re rûbirû bibe wê bi berdewamî berpirsyariya wê bi bîr bixin.