Cihên dîrokî yên Amedê vala man 2020-12-26 13:21:46   AMED – Ji ber qedexeya derketina derve ya ji bo bergiriya vîrûsa koronayê li Amedê deverên dîrokî û kuçe vala man.    Qedexeya derketina derve ya ji bo bergiriyên vîrûsa koronayê ket hefteya 4’emîn. Bi qedexeya dawîn ku wê 56 saet berdewam bike re li Amedê, kuçe û kolan vala man. Li bajar, wesayîtên veguhastina komî û karkerên şaredariyê dixebitin, firin û market vekirî ne. Polisan, li navçeyên navendî Rezan, Peyas, Sûr û Yenîşehîr ên bajar nuqteyên kontrolê ava kirine û venêrînê dikin.    Deverên dîrokî yên li navçeya Sûrê ku her roj bi hezaran kes serdana wan dikin ji ber qedeyê vala man û ketin nav bêdengiyeke mezin.  .