Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin 2020-12-26 12:34:13   ENQERE – Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Dîlan Ateş, diyar lir ku li gel rapora ku “nikare li girtîgehê bimîne” jî girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk nayê berdan û banga tehliyebûna wî kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 329’emîn a çalakiya xwe de peyameke bi dîmen weşand. Di dîmenê ku li ser hesabên medya civakî yen Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hat parvekirin de Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Dîlan Ateş axivî û rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 1 a Tekîrdagê dimîne ragihand.    BI ZORÊ DIAXIVE   Ateş, da zanîn ku Ozçelîk 27 sal in girtî ye û wiha got: “Di sala 2003’an de qrîzeke giran a dil derbas kiriye û piraniya demarên wî xitimîne. Ji ber ku dereng mudaxaleyî wî hatiye kirin di dilê wî de xesarên mayînde çêbûne.  Bi nexweşiya dil re gelek nexweşînên din jî bi Ozçelîk re hene. Ji ber van nexweşînin xwe yên giran 6 rojan di beşa venêrîna zêde hatiye razandin. Ji ber van nexweşînin xwe bi zorê diaxive.”   DAXWAZA TEHLIYEYÊ   Di berdewamê de Ateş, bi lêv kir ku Ozçelîk nikare pêwistiyên xwe bibersivîne û ev daxwaz kir: “Ji ber nexweşînin wî rapora Ozçelîk a ji sedî 71 berastengiyê heye. Li gel ku nexweşxaneyê rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ daye Ozçelîk jî Saziya Tiba Edlî (ATK) vê raporê red kiriye. Divê bi awayekî lezgîn Ozçelîk li nexweşxaneyekê bê tedawîkirin û cezayê wî bê taloqkirin.”