Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin 2020-12-26 12:04:51   EDENE - Ûmût Savaş Koçyîgît ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê girtî ye, ji malbata xwe re ragihand ku wexta ew birine hevdîtina telefonê wî di lêgerîna tazî re derbas kirine.   Di vê pêvajoya ku niqaşên ferzkirina “lêgerîna tazî” ya rûmeta mirovan dişikîne berdewam dikin de agahiyeke lêgerîna tazî ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê hat. Ûmût Savaş Koçyîgît li girtîgeha navborî girtî ye ji malbata xwe re ragihand ku wexta ew birine hevdîtina telefonê wî di lêgerîna tazî re derbas kirine.      Koçyîgît, di hevdîna telefonê ya bi malbata xwe re kir de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de xespkirinên mafên wan zêde bûne. Koçyîgît, da zanîn ku li gel gefa pandemiyê jî gardiyan her roj çend caran tên qawişên hejmarê dikin û wiha got: “Pirtûkên ku ji me re tên şandin nadin me. Dema me dibin hevdîtina telefonê jî me di lêgerîna tazî re derbas dikin." Koçyîgît, destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê li raya giştî kir.   ‘DI NAVA TECRÎDÊ DE TECRÎDÊ DIJÎN’   Bavê Koçyîgît Alî Koçyîgît jî got ku ew lêgerîna tazî ya li girtiyan tê ferzkirin qebûl nakin û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî di rojevê de ye rayedarên girtîgehan bi zanebûn serî li van pêkanînan didin. Di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn. Ew çawa li hundir li ber xwe didin, em ê jî ji bo wan li derve li ber xwe bidin.”