Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir 2020-12-26 11:26:40 AMED - Dozgerê Amedê, der barê endamê rûmetê yê Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Şeyhmus Gokalp de 55 rûpel îdeaname amade kir û heta 15 salan ceza xwest. Ji 55 rûpelên îdeanameyê tenê rûpelek têkildarî sucdariya Gokalp e. Dozger di 54 rûpelan de îdea kir ku KCD rêxistinek dijzagonî ye.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya Lêpirsina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, di 25'ê mijdarê de biryara binçavkirina Endamê Rûmetê yê Yekîtiya Tabiban a Tirk (TTB) Şeyhmus Gokalp dabû. Dozger der barê Gokalp de bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" 55 rûpel îdeaname amade kir. Lê 54 rûpelên îdeanameyê tenê der barê KCD'ê de hatiye amadekirin. Dozger îdea dike ku KCD rêxistinek dijzagonî ye. Dozger ji 55 rûpelan tenê bi 1 rûpelê Gokalp sucdar kiriye. Dozger Endamê TTB'ê Gokalp, bi tevlêbûna kongreyên KCD'ê yên 26'ê adara 2016’an û 16'ê Îlona 2017’an tawanbar dike. Lê Gokalp diyar kir ku tev li van kongreyan nebûye.  Dozger cezayên Hevserokên Giştî yên berê Aysel Tugluk û Selma Irmak  ên bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" hatibû dayîn bibîr xist û diyar kir ku cezayê wan ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erekirin. Dozger dîsa lîsteya ku di serdegirtina KCD'ê ya 9'ê cotmehê de hat desteserkirin û nav û telefona Gokalp têde heye kir sedema sucdariyê.    DOZGER HETA 15 SALAN CEZEA DIXWAZE   Dozger di îdeanameyê de ji endamê TTB'ê Gokalp bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza dixwaze. Îdeaname ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê dê di 10'ê sibata 2021’an de bê dîtin.