Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz 2020-12-26 11:12:44 ROBOSKÎ - Pêvajoya hiqûqê ya têkildarî Komkujiya Roboskê ku soz hatibû dayîn wê li korîdorên Enqerê winda nebe berovajî pêk tê. Faîlan beraet kirin, du ji gundiyan girtî ne û bê hejmar doz li wan hatin vekirin. Bi ser Komkujiya Roboskê ya ku gelek jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dan re 9 sal derbas bûn. Şûna 2 bîdonên mazot, kiloyeke çay û şekirê yên ku her kesekê bi hêstiran dikişandin bi tonan bombe hatin barandin. Pişt re jî dozên li dadgehên eskerî û sivîl hatin vekirin yek bi yek hatin girtin. Piştî ku rêkên hiqûqa navîn qediyan parêzeran di 17’ê Gulana 2018’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê ji ber ku parêzeran belge du rojan dereng teslîm kirin DMME doz red kir.   Li gel van pêvajoyan li Roboskê pergala hiqûqeke berovajî pêk tê. Birayê Serhat Encu yê di bomberanê de jiyana xwe ji dest da, Velî Encu û birayê Nevzat Encû yê di bomberanê de jiyana xwe ji dest da, Barış Encu ji ber çalaki, daxuyanî û şiroveyan di girtîgehê de ne. Derbarê gelek malbatan de bi hinceta “îhlalkirina sînor, mijûlkirina dadgehê, li dar xistina çalakiyan, hilgirtina wêne û parkartan” gelek doz hatiye vekirin.   34 KES TÊN DARIZANDIN   Ji ber protestoya Qeymekam Naîf Yavûz a demê komkujiyê hatibû kirin, derbarê 34 kesên ku Ferhat Encu jî di nav de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirin, heqaretkirina rayedarên eskerî, bi zanebûn kuştina kesekê” doza hatibû vekirin didome.   Niha 16 malbat jî ji ber ku beşdarî bîranîna Roboskê bûne li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tên darizandin. Li gel bêşopandina biranîna roja 500’emîn jî di navbera hezar û 3 hezar de cezayê pere dan malbatan. Bavê Bîlal Encuyê jiyana xwe ji dest da, Abdurrahman Encu bi van gotinên “faîl mezine, faîl bi hêz e. Ji ber wê yekê niha dernakeve holê lê Xwedê mezin e” bawer dike ku wê rojekê teqez hesap were dayîn.    Bi gotinên dayika Velî Encuyê ku birayê xwe winda kir, Halîme Encu yên “di encama komploya du kesên ku li min bûn mevan, ên ku min xwarin û vexwarin dan wan” bi girtina 5 sal ceza 2 sal in girtî ye. Ji bilî doza ku Velî Encû niha li girtîgehê ye 5 dozên ku derbarê wî de hatine vekirin didomin.   Birayê Nevzat Encu, Bariş Encû jî ji ber parvekirinên hesaba xwe ya medyaya civakî de bi girtina 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê nêzî 2 sal in girtî ye.   QERTÊN WAN YÊN KESK BETAL KIRIN   Bavê Mehmet Alî Tosûn, Zekî Tosûn derbarê pergala hiqûq û edaletê ya ku li Roboskê pêk tê de wiha axivî: “Ji ber ku me cenazeyên xwe li rex hev veşartin bi heqaret kirina fermandarê qereqolê û Serokkomar dozên cuda cuda hatin vekirin. Ev doz hêj jî didomin. Ji ber van dozan qertên me yên kesk betal kirin û li min 22 hezar TL cezayê pere birîn. Ji ber axaftinên min dan çapemeniyê jî 2 sal bi şertê kontrola edlî ceza dan, min nekarî derkevim derveyî bajêr.”   GORISTAN JI DUAKIRINA KOMÎ RE GIRTÎ YE   Dayika Salîh Encu, Amîna Encuyê jî zextên li ser wan tên meşandin vegotin. Encu, diyar kir ku bi awayekî komî çûyîna wan ya ser gorên zarokên wan hatiye qedexekirin û wiha got: “Em her tim hişyar dikirin. Digotin ‘Me got qey terorîst in, dengê xwe nekin, nebin dozdar.’ Em diçûn ser gorên mezelên xwe, rêka me digirtin û em asteng dikirin. Nedihiştin em biçin ser gorên zarokên xwe jî.”   ŞÛNA KUJERAN DOZ LI MEXDURDAN VEKIRIN   Dayika Şîrvan Encu, Leyla Encuyê jî ev tişt gotin: “Şûna kûjerên zarokên me, me dibin dadgehê. Me çi kiriye? Wan zarokên me qetilkirin. Ji bo ku em çûn cihê zarokên me hatin qetilkirin ji her yekê ji me re 3 hezar TL cezayê pere birîn. Tayîp Erdogan, zarokê te li wir hatibûya qetilkirin, te mereq nedikir û nediçûyî cihê bûyerê? Niha jî ne ew em ketin dadgehan.”   JI BER PANKARTA GIRTÎ TÊ DARIZANDIN   Ji dayika Selemî Encu (22) Semîre Encu re jî ji ber di salvegera komkujiyê ya 2015’an de pankart girtiye doz lê hatiye vekirin. Ew bi xwe nizane di pankartê de çi hatiye nivîsîn, doz hêj jî didome. Encu, da zanîn ku ji ber xizmekî wê bi erebeyê li yekê xistiye ji bilî cezayê girtîgehê 300 hezar TL cezayê pere dane û got: “34 kes hatin qetilkirin lê yek kes jî nehat darizandin.”   ‘DEWLET GEFAN LI ME DIXWE’   Dayika Karker Encu (16), Fehîme Encu jî derbarê hiqûqa berovajî pêk tê de ev tişt gotin: “Piştî vê bûyerê dewletê her tim gef li me dixwar. Çawa me devê xwe vedikir gef li me dixwarin. Ji bo ku sûcdar hesap bidin me serî li gelek cihan dan lê tu encam derneket. Di vê bûyerê de kesekî berpirsyar jî hatibûya cezakirin belkû bêhna me derketibûya. Zarokên me hêj gelek biçûk bûn û tu sûcên wan jî nebû. Komkujiyek û nehekiyeke mezin hat kirin. Guneheke me ya ku em vê heq bikin tune bû. Hevjîna Tayîp Erdogan hat û ev çiya dîtin. Di nava van çiyayan de wê dahateke me ya çawa hebe?”   Dayika Erkan Encu (13) Felek Encuyê jî gotinên xwe yên têkildarî hiqûqê wiha anî ziman: “Ji ber ku me saziyên darazê mijûlkirine 300 TL cezayê pere dan me. Tu caran wê dilê me hûn nebe. Kengî faîl bên darizandin û cezakirin dibe ku wê demê em hinek rehet bibin. Me nedihişt lawê min berfa li ser ban paqij bike. Lê niha lawê min di nava berfê de radize.”   MA / Sedat Yilmaz