Şerên di bin sîya şewbê de 2020-12-26 09:07:31 STENBOL - Di sala 2020'an de şewba vîrûsa corona li hemû cîhanê belav bû. Li gel şewba vîrûsê jî dîsa şerê navbera welatan bi dawî nebû. Ji ber şer koçberî zêde bû, bi deh hezaran mirov di şer de mirin, bi sed hezaran mirov koçber bûn.  Di sala 2020'an de li cîhanê li aliyekî şewba vîrûsa corona li hemû welatan belav bû, li aliyê din li gel şewbê şer zêde bû. Ji ber vîrûsû bi milyonan kesên xwestin li kolanan li dijî polîtîkayên neoliberal û otoriteriyê dengê xwe bînin ziman, di malan de hatin hepiskirin. Bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Şerê navbera DYA û Îranê rageşiyek nû pêş xist. Hêzên Haşdî Şabî di 31'ê Kanûna 2019'an de bi ser Sefaretxaneya DYA de girtin. DYA jî di 3'ê Çile de li dijî Îranê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de Fermandariyê Hêzên Kudusê Kasim Süleymanî û Fermandarê Haşdi Şabî Ebu Mehdi el Muhendis li Bexdê hatin kuştin. Piştî Suleymanî Îran'ê bi fuzeyan êrîşî baragehên DYA kir û herî kêm 80 eskerên DYA hatin kuştin.    BALAFIRA RÊWIŞAN XISTIN   Dema rageşiya di navbera DYA û Îrane de zêde bû, balafira ku ji Balmafirgeha Tahran Îmam Humeynî rabû û berê xwe da Ukraynayê, balafira Boeing 737 ku 176 kes lê suyar bûbûn ket xwar. Serokê Kanada Justin Trudeau, jî diyar kir ku balafir bi fuzeyê hatiye kiştin.    ŞER BÊ NAVBER BERDEWAM KIR    Piştî şewba vîrûsa Covid-19 li hemû cîhanê belav bû, şer jî bê navber berdewam kir. Her çend Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber şewba vîrûsê ji bo alîkariyê bike agirbesta kurevî îlan kir jî Tirkiye û gelek welatên din ên cîhanê ev biryara NY nas nekirin û şer berdewam kirin. Tirkiye li dijî Bakurê Sûriyeyê, Herêma Federe a Kurdistanê, Libya û Karabagê şer îlan kir. Dîsa qeyrana Rojhilatê Derya Spî berdewam kir.    Rageşiya di navbera Tirkiye û Idlibê de bê navber berdewam kir. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide li Idlibê her tim xwest serweriyê bikin. Ji ber vê yekê dem bi dem di navbera Tirkiye û Rûsya de rageşî zêde bû. Ji ber şerê li Idlibê bi hezaran mirov xwe avêtin sînorê Tirkiyeyê. Êrîşên Tirkiye yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê navber berdewam kir. NY û Rûsya bi raporan aşkere kir ku Tirkiye li dijî vê herêmê sûcê şer pêk anîye. Ji ber şerê Tirkiye li bajarên Kurd dijîn nêzî 135 hezar mirov neçar man koçber bikin. Li Efrînê jî ji ber êrîşên Tirkiye berdewam kir hêjmara kesên koçber bûn gihişt 250 hezarî. Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku OSO li Efrîn, Serêkaniyê sûcê şer kiriye. Li gorî qeydên Jinên Winda yên Efrînî (Missin Afrin Women Project) di 2 salên dawî de 200 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.    TIRKIYE LI HER DERÊ TEV LI ŞER BÛ   Li aliyê din Tirkiye her tim komên çeteyan şandin Libya û li Libya tev li şer bû. Dîsa li Rojhilata Derya Spî rageşî zêde kir. Dîsa komên çeteyan şandin Azerbeycanê û Azerbeycan li Ermenîstanê sor kir. Di şerê Azerbeycan û Ermenîstanê de Tirkiye rolek sereke lîst û Azerbeycan ket Karabaga Ermenîstanê. Tirkiye hem çete şandin heremê û hem jî balafirên bê mirov ên SİHA û ÎHA şandin Azerbeycanê û piştgirî da şer.    CÎNAYETÊ FLOYD    Li DYA kuştina George Floyd bû sedema çalakiyên serhildanê. Piştî polîsê DYA li Eyaleta Minnesota welatiyê reş George Floyd kuşt çalakiyên girseyî li hemû DYA belav bûn.    HILBIJARTINÊN DYA    Li DYA dîsa di 3'ê mijdarê de hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Namzetê Partiya Komarê Donald Trump têk çû. Namzetê Partiya Demokrat  Joe Biden  bi ser ket.    ŞERÊ ÎSRAÎL Û FÎLÎSTÎNÊ   Şerê navbera Fîlîstin û Îsraîlê berdewam kir. Piştî Serokê DYA Donald Trump Kudus wekî Paştextê Îsraîlê îlan kir, rageşî û şer dîsa zêde bû.    *2 Çile: Meclîsa Tirkiyeyê teskereya eskerî ya Lîbyayê erê kir.    *3 Çile: DYA Fermandarê Hêzê Kudusê yê Îranî Kasım Süleymanî û Fermandarê Haşdi Şabî Ebu Mehdi el Mühendis, li Bextê kuştin.    *9 Çile: Ji ber şewba Covid-19 mirovê yekem mir.    *11 Çile: Balafirên Şer ên Sûriyeyê Herêma Bejayî û nava Bajarê Idlibê bombe kir. Nêzî 20 kes mirin û 50 kes birîndar bûn.    *21 Çile: Balafirên şer ên Rûsya Idlibê bombe baran kir. Di êrîya hewayî de 6 jê zarok 26 kes hatin kuştin.    * NY'ê aşkere kir ku li tevahiya cîhanê 470 milyon mirov nikarin debara xwe bikin.    * 27 Çile: Li Avusturalya agir bi daristanê ket. 8 milyon hektar daristan tev şewitî. 25 kes mirin. 1,25 milyar sewal tev şewitîn û mirar bûn.    *3 Sibat: Artêşa Sûriye li Idlibê li TSK'ê xist. Di êrîşê de herî kêm 8 eskerên TSK'ê mirin.    *5 Sibat: Li Paytextê Belçika Brukselê li Parlamentoya  Avrupa 16’emîn Konferansa Kurd a Navnetweyî pêk hat.    *10 Sibat: Rusya li Idlibê bi balafiran êrîş kir. Di êrîşê de li Balafirgeha Taftanazê 5 esker mirin.    * 19 Sibatç: Rêxistina Efûya Navneteweyî aşkere kir ku di êrîşên Tirkiye yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî  de 180 sivîl hatin kuştin.    *27 Sibat: Artêşa Suriye li Idlibê li Artêşa TSK'e xist û 36 kesker kuştin.    * 15 Nîsan: Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mexmûr bombe kir. Di êrîşê de 3 jinên Kurd kuştin.    *1 Gulan: Karkeran, di 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cîhanê de li gel şewba Covid-19 li gelek welatên cîhanê bi girseyî pîrozbahî li dar xist.    * SOHR'ê aşkere kir ku Tirkiye komên çekdar ên çeteyan şandine Lîbyayê.    * Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 partî û rêxistinên Kurd hatin cem hev û Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd ava kirin.    *21 Gulan: Li Hindistan û Bangladeş'ê Bahoza Amphanê lê xist. Di tofanê de 84 kes mirin, 3 milyon kes koçber bûn.    *22 Gulan: Balafira aydî Balafirgeha Pakistanê ket xwar. Ji 107 rêwiyan 97 rêwî mirin.    *25 Gulan:  Polîsê DYA li Minneapolisê welatiyê reş George Floyd fesitand û kuşt. Piştre çalakiyan dest pê kir.    *28 Gulan: Li welatên Afrika Rojava li Bakurê Nijerya êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 60 kes mirin.    *12 Tirmeh: Di navbera Ermenistan û Azerbaycan şer dest pê kir.    *16 Tîrmeh: Sendîkayên li Îngîlîstanê yên kampanya “Freedom for Öcalan” (Ji Ocalan re azadî) dimeşandin, gotin 'Dema azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan hatiye  û li ser online  mîtîng li dar xistin.    *2 Tebax: Li bajarê Nangarhar ê Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de 15 jê zarok 16 kes mirin.    *3 Tebax: Li bajarê Celalabad ê Afganistanê DAIŞ'îyan bi kamyona bombeyi êrîşî girtîgehê kir. Herî kêm 20 kes mirin û 40 kes birîndar bûn.    *4 Tebax: Li Beyruta Lubnanê ji ber amonyum nîtratê teqîn pêk hat. Di teqînê de 200 kes mirin. 4 hezar kes birîndar bûn.    *7 Tebax: Li Eyaleta Kerala ya Hîndîstanê dema balafir daket qeza pêk hat. Di qezayê de 20 kes mirin. 120 kes birîndar bûn.    *16 Tebax: Li Paytextê Somalîyê Mogadişu li Elite Otel’ê kesê bi navê El-Şebab bi maşîna bombekirî êrîş kir. Di êrîşê de 20 kes mirin.    *19 Tebax li Nêzî delavên Libya keştiya penaberan noqî avê bû. Di keştiyê de 5 zarok herî kêm 45 penaber mirin.    *15 Îlon: - Serokê Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê Paulo Sérgio Pinheiro, diyar kir ku Tirkiye û komên girêdayî wê yên OSO li Efrin, Serêkaniye û herêmê sûcê şer kiriye.    *27 Îlon: Li Karabaga Çiyayî di navbera artêşa Azerbaycan û Ermenistan de şer derket.    *3 Mijdar: Di Hilbijartina DYA de Namzetê Partiya Demokrat  John Biden bi ser ket.    *12 Mijdar: Li Nêzî sînorê Libya keştiya penaber bar kiribû noqî avê bû. Herî kêm 74 penaber mirin.    *10 Kanûn: Zîrveya Serokan a Yekîtiya Ewropa pêk hat. Di Zirvedeyê de ji ber helwesta Tirkiye ya li Derya Spî biryar dan ku li ser Tirkiyeyê danekirinan pêk pînin.    *15 Kanûn: Neteweyên Yekbûyî (NY), Endeksa Pêşketina Mirovan a Welatan aşkere kir. Tirkiye di nava 189 welatan de di nava welatê 54’an de cih girt.    MA / Ferhat  Çelîk