256 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-25 19:51:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 256 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 17 hezar û 543 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 256 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 17 hezar û 543 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 19 hezar û 371 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 118 hezar û 255.