Piştî ku mir, derket holê 15 salan bi nasnameyeke cûda jiyaye 2020-12-25 16:37:35 AMED – Welatiyê bi navê Ahmet Çûbûk ji koronayê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku 15 sal in bi nasnameyeke cuda jiyaye. Li Amedê li nexweşxaneyeke taybet, welatiyê bi navê Ahmet Çûbûk (53) jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina wî derket holê ku Çûbûk 15 sal in bi nasnameyek cuda jiyaye. Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyên hatin wergirtin, Çûbûk sextekariya ewraqan kiriye.    Li gorî agahiyên ku ji xizmên Çûbûk jî hat wergertin, Çûbûk beriya 15 salan di şerê nav eşîran de bûye sedema mirina kesekî û nasnameya xwe guhertiye. Bi mirina Çûbûk re nasnameya wî derket holê. Ji bo Çûbûk gelek maşîneyên zirxî li ber nexweşxaneyên li hev kom bûn.