Li Mêrsîn û Hatayê qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn 2020-12-25 15:07:21   MÊRSÎN - Şaxên ÎHD’ê yên Mêrsîn û Îskenderûnê kesên di Komkujiya Mereşê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.   Rêveber û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Mêrsîn û navçeya Îskenderûnê ya Hatayê kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.   MÊRSÎN   Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê têkildarî kesên di Komkujiya Mereşê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê Zeynep Benlî diyar kir ku êşa komkujiyê nehatiye jibîrkirin û wiha got: “Heta ku Tirkiye ji ber van sûcan lêborînekê nexwaze, aştiyeke civakî ne pêkane. Ji ber vê yekê divê Komkujiya Mereşê were ronîkirin, ji elewiyan lêborîn bê xwestin û berpirsyar werin darizandin.”   ÎSKENDERÛN   Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê daxuyanî da û qurbaniyên komkujiyê bibîr anî. Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Îskenderûnê Coşkûn Selçûk banga rûbirûbûna bi Komkujiya Mereşê re kir û got: “Em weke parazvanên mafên mirovan edaleta cezayî dixwazin. Dixwazin ku sûcên li dijî mirovahiyê bên darizandin û hesaba wan were pirsîn.”