Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-12-25 14:48:11 ŞIRNEX – Malbat û HDP’ê siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî di salvegera 8’emîn a koçî dawî de ew li ser gora wî bibîr anî.  Siyasetmedarê kurd Şereafettîn Elçî di 25’ê kanûna 2012’an de dema li Enqereyê li nexweşxaneyek dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest dabû. Salvegera 8’emîn a koça dawî ya Elçî ye. Malbata Elçî û rêveberên HDP’ê li ser gora Elçî ya li Goristana Cizîrê bîranîn li dar xist û ew bibîr anîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, ferdên malbata Elçî û rêveberên HDP’ê beşdarî bîranînê bûn û qerenfîl danîn ser gora Elçî.   Nûşîrevan Elçî di bîranînê de axivî û diyar kir ku Elçî di pêvajoyek ku herî zêde pêdiviya kurdan pê hebû koça dawî kir û niha ew bêtir nebûna û kêmasiya wî ferq dikin.    Parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û anî ziman ku bi boneya Elçî ji bo têkoşîna gelê kurd bedel daye ew “şehîdê azadiyê ye” û ji zarokatiya xwe ve têkoşiyaye û gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Ozguneş destnîşan kir ku aramanca herî mezin a rehmetî Elçî ew bû ku yekîtiya neteweyî ya kurd pêk were û têkoşîna wî rêya wan ronî kiriye.    HDP'Ê ELÇÎ BIBÎR ANΠ   Desteya Rêveberiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî têkildarî salvegera 8'emîn a koça dawî ya Şerafettîn Elçî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û Elçî bibîr anî. HDP'ê destnîşan kir ku kesayet û sekna Elçî her tim ji bo wan bûye îlham û dê xeyalên wî pêk bînin.