'Her ew guliyên me bibirin ew ê kokên me belav bibin' 2020-12-25 14:02:19   STENBOL - Li Girtîgeha Kandirayê, roja ku girtî ketin greva birçîbûnê gardiyanan bi ser odeyên wan de girtin, lêgerîn kirin û dest danîn ser tiştên taybet ên girtiyan.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ku girtiyan ji bo tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin ket roja 29’emîn. Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir zextên li girtîgehan jî gelek zêde bûn. Hat zanîn ku li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F a Hejmara 2'yan roja destpêka çalakiya greva birçîbûnê gardiyanan bi ser 15 odeyên ku girtiyên siyasî lê dimînin girtine. Gardiyanan di lêgerînan de dest danîne ser tiştên taybet ên Habîp Guler ê ku 18 sal in girtiye.   DEST DANÎN SER PÊŞENIVÎSARA PIRTÛKA ÇÎROKÊ    Guler, tiştên ku li girtîgehê qewimîne bi telefonê ji malbata xwe re ragihand. Guler, diyar kir ku gardiyanan dest danîne ser pêşenivîsara pirtûka çîrokê ya kurdî, lîsteyên qantînê, pirtûk, lênûskên nîşeyê, lîsteya navnîşanên saziyên netewî û navnetewî, radyo û hemû materyalan.   RADYO HATIN KOMKIRIN   Guler, da zanîn ku rojnameyên ji ber nikarin reklaman ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê bigirin, nagirin girtîgehê serî li Dadgeha Înfazê dane û wiha axivî: “Heke bersiveke neyînî em bigirin em ê vê rewşê bibin heta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). ”   Guler, destnîşan kir ku li gel polîtîkayên çewisandin û zextan ji sekna xwe tawîz nadin û wiha got: “Em domdarên kevneşopiya berxwedana ku me dewr girtiye ne. Ew her tim eynî ne. Zextên wan bi sala ne berdewam dikin. Lê me jî li dijî vê ji sekna xwe tawîz neda û em nadin jî. Em weke dara biyê ne. Her ku ew guliyên me bibirin, kokên me zêdetir belav dibin.”