Leşkergeha li Dersimê veguherandin muzeyê: Zîhniyeta komkujiyê didome 2020-12-25 12:18:48   DERSIM – Navenda Lêkolînên Dersimê bertek nîşanî leşkergeha ku di sala 1938’an de Komkujiya Dersimê lê hat birêvebirin veguherandine muzeyê da û got: “Zîhniyeta komkujiyê didome.”    Li navenda bajarê Dersimê di salên 1935 û 1937’an de leşkgergeha ku hatibû avakirin û heta sala 1949’an de hat bikaranîn veguherandin “Muzeya Tuncelî.’ Ev leşkergeh wek cihê birêvebirina Komkujiya Dersimêya sala 1938’an pêk hat tê zanîn. Ji bo vê leşkergehê di sala 2015’an de ji aliyê Wezareta Çandê ve xebatên restorasyonê hatibû destpêkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Dersimê daxwaz kiribûn ku ji bo ev leşkergeh bibe navenda hafizayê ya Muzeya Arkeolojî û Etnografya ya Dersimê, lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Duh ev muze bi merasîmekê hat vekirin, lê xelkê bajêr û rêxistinên sivîl bertek nîşan dan.   Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) têkildarî mijarê di medya civakî de daxuyanî da û destnîşan kir ku zîhniyeta sala 1938’an didome û neqebûlkirina daxwaza ji bo bibe navenda hafizayê nîşan dide ku ev zîhniyet çawa hêj li ser kar e.