Partiyên DEVA û Pêşerojê: Biryara DMME mecbûriyeteke qanûnî ye 2020-12-25 11:43:44 AMED - Serokê Partiya DEVA yê Amedê Cîhan Ulsen û Serokê Partiya Gelecek yê Amedê Aydin Altaç diyar kirin ku pêkanîna biryara DMME ya Demîrtaş mecbûriyeteke qanûnî ye. Piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de da, rayedarên desthilatdariyê bi hin daxuyaniyan gotin “ew biryar me eleqedar nake." Partiyên muhalefetê jî bertekên tund nîşanî van gotinên rayedarên desthilatdariyê dan û didin.   Serokê Partiya Demokrasiyê û Pêşveçûnê (DEVA) yê Rêxistina Amedê Cîhan Ulsen û Serokê Partiya Pêşerojê yê Rêxistina Amedê Aydin Ataç, gotinên desthilatdariyê yên derbarê girtina partî û biryara DMME ya Demîrtaş de ji ajansa me re nirxandin.    Serokê Partiya DEVA yê Amedê Cîhan Ulsen, diyar kir ku her gotina desthilatiyê ya derbarê demokrasi, maf û azadiyan de welat paşve dibe û got: “Girtina partiyan Tirkiyê li paş hiştiye. Tu bingeheke hiqûqî ya partî girtinan nîne. Divê mirov vê weke guhertina rojevê bibîne."    ‘GOTINÊN ERDOGAN NAYÊN QEBÛLKIRIN’   Ulsen, derbarê nêzîkatiya Erdogan a biryara DMME ya Demîrtaş de jî wiha got: “Di dewleta hiqûqê de cihê rêveberiyeke keyfî nîne. Lê nirxandinên Serokkomar Erdogan yên derbarê biryara DMME ya Demîrtaş de nayên qebûlkirin. Tirkiyê biryarên DMME bê şert û merc qebûl kiriye. Pêkanîna biryarê derveyî hukmên Destûra Bingehîn in. Ji ber vê yekê divê hemû meqam pêwistiya biryarên dadgehê bi cih bînin.”   ‘BI GIRTINA PARTIYAN PIRSGIRÊK NAYÊN ÇARESERKIRIN’   Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç jî bi bîr xist ku bi partî girtinan heta niha li Tirkiyê tu pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha axivî: “Rastiyek heye ku bi girtina partiyan pirsgirêk mezintir dibe. HDP yek ji wan partiyan e ku dengên 6 milyon mirovan wergirtiye. Heke ev yek pêk were wê bêrêziyek li dijî van welatiyan bê nîşandan. Hebûna partiyan armanca bingehîn a pêşxistina demokrasiyê ye."    ‘BIRYARÊN DMME HER KESÎ ELEQEDAR DIKE'    Altaç, derbarê biryara DMME ya Demîrtaş de jî destnîşan kir ku pêkanîna biryarê mecbûriyeteke û wiha got: “Tevgerandina li gorî qanûnan  berpirsyartiyeke hiqûqî ye. Ji ber vê yekê pêwîstiya biryarên DMME çi be divê bê bicihanîn. Ev mecbûriyetek e. Biryarên DMME her kesî eleqedar dike."    MA / Ergîn Çaglar