Îdianameya karesata keştiyê: Li keştiya bêbelge zêdetirî kapasîteyê rêwî hatine siwarkirin 2020-12-25 09:12:23 WAN - Derbarê "karesata keştiyê" ya li Wanê de îdianame hat amadekirin. Îdianame bi tawanbariya "kaçaxçîtiya koçberan" û "bi zanebûn bû sedema mirina gelek kesan" derbarê 12 kesan de hatiye amadekirin. Her wiha îdianameyê de hatiye diyarkirin ku "belgeya keştiyê ya ji bo behrê guncan e" tune ye û ji kapasîteyê zêdetir rêwî lê hatine siwarkirin.  Di 27'ê Hezîranê de li Gola Wanê keştiya bi navê "Akbaş" noq bûbû. Cenazeyê 61 koçberî ji golê hatibû derxistin û hîn jî cenazeyê gelek koçberan nehatiye dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê îdianameya derbarê vê "karesatê" de amade kir û berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê kir. Lê belê dadgehê bi hinceta ku hin xisûsên îdianameyê kêm in, cardin ji dozgeriyê re şand. Piştî vê dozgeriyê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'em kir û îtiraz kir. Îtiraza dozgeriyê hat qebûlkirin.    DERBARÊ 7 JÊ GIRTÎ 12 KESAN DE ÎDIANAME    Di ,dianameyê de hat xwestin ku Medenî A., Bûrhan Ç., Cuneyt A., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K. ên girtî û Mehmet Samî A., Nîhat A., Osman Y. û Vedat Y. ên bi awayekî negirtî ketine ber lêpirsînê bi tawanbariya  "kaçaxçîtiya koçberan" û "sedema mirina gelek kesan, bi zanebûnî" bên cezakirin.    Her wiha di îdianameyê de hat xwestin ku Servet A.'yê ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2'yem a Wanê derbarê wî de biryara zevtkirinê daye jî bi heman xalan bê cezakirin.    BELGEYA KEŞTIYÊ TUNE YE    Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku "belgeya keştiyê ya ji bo behrê guncan e" tune ye û ji kapasîteyê zêdetir rêwî li hatine siwarkirin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Medenî A. û Servet A. ji kapasîteyê zêdetir rêwî siwar kirine û bi vî awayî sûcê "qaçaxçîtiya koçberan" kirine.    Di îdianameyê de ji bo gumanbarên din jî hatiye destnîşankirin ku wekî Medenî A. û Servet A. tevgeriyane û hatiye xwestin ew jî bi heman awayî bên cezakirin.    MA / Gokhan Altay - Mujdat Can