Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan 2020-12-25 09:11:07 STENBOL - Endama Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Rûkiye Eker Omeroglû bal kişand ser tevdîrên ji bo pandemiyê û got: "Em Odeya Bijîşkan a Stenbolê êdî bûne amadekarê merasîma cenazeyan. Em her roj li nexweşxaneyekê merasîma cenazeyan li dar dixin."  Endama Desteya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Rûkiye Eker Omeroglû, tevdîrên li dijî şewbê tên girtin û rewşa dawî ya derbarê pandemiyê de nirxandin.    TEVDÎREKE BI TEMAMÎ ŞERT E    Omeroglû, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber şwbê bê girtin pêdivî bi tevdîreke tam a ji bo du hevteyan heye û tevdîrên ku tenê dawiya hefteyê tên girtin jî wekî "tevdîrên pansûmanî" pênase kir. Omeroglû, destnîşan kir ku ne mimkun e ku bi vî awayî tiştek bi dest bikeve û got: "Ji lewra Îngîltere bi tevdîreke tam a ji bo du hefteyan hejmara pêketiyan ji sedî 30 kêm kir. Fransayê jî ji sedî 40 kêm kir. Bawer nakim tevdîrên tenê ji bo dawiya hefteyê û bi şev tên girtin ji sedî 15-20'Î zêdetir hejmara pêketiyan kêm bike."    BELKÎ EV QAS KES NEMIRIYANA    Omeroglû, destnîşan kir ku ew Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Yekîtiya Biîşkên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî yên din ji roja roj de di warê tevdîran de îqtidarê hişyar dikin, lê belê îqtidar guh nade wan. Omeroglû got: "Çendî ku em qîriyan jî tevdîr nehatin girtin. Çi dibe bila bibe diviyabû du hefteyan her der girtîbûna. Belkî ev qas kes pê neketana û nemirina. Niha dîsa jî nakin. Di pîka ewil de tevdîrên di Adarê de hatibûn girtin baş bûn, lê zû dev jê berdanç Wekî hûn jî dizanin di 11'ê Gulanê de AVM cardin hatin vekirin. Dû re her der hatin vekirin. Serdema turîzmê dest pê kir. Ji bo turîzm bê kirin kredî hatin dayîn. Liv û tevgera serdema havînê kir ku şewb li her derî belav bibe. Paşê li bajarên mezin pîka duyem dest pê kir."    ‘SERÎ LI BER SERMAYEYÊ TEWANDIN'    Prof. Dr. Omeroglû, destnîşan kir ku îqtidar ji ber fikarên derbarê aboriyê de tevdîrên baş negirtine û got: "Hikûmetê serî li ber kardêran û sermayeyê tewandiye."    Omeroglû, destnîşan kir ku ji ber ku tevdîrine baş nehatine girtin gelek mirine û got: "Dibêjin piraniya bijîşkên mirin pir extiyar bûn. Na, ne wisa ye. Bijîşkên teqawidbûyî jî mirin, ên 40 salî û 50 salî jî mirin. Jixwe di bijîşktiyê de tecrûbeya temen pir girîng e."    DERZIYA ÇÎNÊ    Omeroglû, bal kişand ser derziya ÇSînovac a Çînê ku 50 milyon doz hatiye sîparîşkirin û fikareyên derbarê derziyê de jî. Omeroglû got: "Derziya ku Çîn çêdike, bi teknolojiya herî kevin hatiye çêkirin. Yanî vîrusê dikuje. Derziyeke înaktîf e. Ên bi vîrolojiyê re eleqedar dibin, dibêjin ev derziya herî tê zanîn û guncan e. Gava hûn dermanekê an jî derziyekê çêdikin 3 fazên wê hene. Di a ewil de, ewleh ye. Yanî hûn pê bawer in ku dê zirareke mezin nede jiyana mirovan. Faza duyem jî hêla wê ya kartêkerî ye. Tesîreke wê ya nebaş tune, lê bibandor e. Faza sêyem jî li ser bi hezaran mirovan tê ceribandin. Niha Pfîzer û derziyên modêrn ên Amerîkayê faza xwe ya sisêyan temam kirin û encamên wê ragihandin. Astrazenecayê jî aşkere kir. Lê hîn xebatên fazî yên Çînê nehatine aşkerekirin. Lewma bûye cihê fikaran."    KA DERZÎ?    Omeroglû, bibîr xist ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê daxuyandibû ku dê di 11'ê Kanûnê de dest bi derzîkirinê bikin, lê belê hîn jî nehatiye kirin û got: "Ka derzî? Hatiye nehatiye, em nizanin. Berî derzîkirin dest pê bike, tişta ku divê bikin dîsa jî tevdîreke tam e. Tirkiye heya ku dest bi derzîkirinê neke dê rêjeya wê li gor a welatên din pir zêde be."    ‘EM BÛN AMADEKARÊ MERASÎMÊN CENAZEYAN'    Omeroglû, destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê bi pirsgirêk û êşên mezin re rû bi rû mane û got: "Em pir xemgîn in. Em xebatkarên tenduristiyê û bijîşk gelek prisgirêkên me hene. Hevalên me dimirin. Em Odeya Bijîşkan a Stenbolê êdî bûne amadekarê merasîma cenazeyan. Em her roj li nexweşxaneyekê merasîma cenazeyan li dar dixin. Ev di warê derûnî de rûxandineke mezin e. Em xwe qet baş hîs nakin û xwe bi tenê hîs dikin."    Prof. Dr. Omeroglû di dawiya axaftina xwe de xwest ku şebwa Covîd-19'ê wekî 'nexweşîna pîşeyî' bê qebûlkirin û hesibandin.    MA / Îdrîs Sayilgan