Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin 2020-12-24 18:53:25 AMED - Dayik Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin, polîsan avêt ser mala wê û ew binçav kirin. Polîsan di dema binçavkirinê tahde li dayik Aksoy û 4 mêvanê wê kirin. Aksoy got: "Bi lingên xwe pêl newqa me kirin. Heqaret li me kirin."    Agît Îpek ê PKK'yî di 2017'an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî di 2'yê Adara 2020'an de bi kargoyê ji dêya wî Halîse Aksoyê re şandibûn. Polîsan duh êvarî avêt ser mala Aksoyê. Di dema avêtina ser malê de deriyê mala Aksoyê hat şikandin û polîsan wê û mêvanên wê serdevkî dirêj kirin. Dema polîsan mal sehî dikir, hin polîsan jî tahde li Aksoy û 4 mêvanên wê kir û serê mêvaneke Aksoyê hat şikandin. Piştî 5 saetên li malê polîsan Aksoy û her çar mêvanên wê birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan Aksoy û her 4 mêvanên wê hatin berdan. Dayik Aksyo got: "Bi lingên xwe pêl newqa me kirin. Heqaret li me kirin."    LI WAN XISTIN   Dayik Aksoy, anî ziman ku duh ber êvarî saet di 4'an de polîsan bêyî ku li derî bixin, deriyê mala wan şikandine û ketine hundir û wê û mêvanên wê li ser betonê serdevkî dirêj kirine. Aksyo got: "Bi lingên xwe pêl newqa me kirin. heqaret li me kirin. Jixwe gava avêtin ser malê, êrîş birin ser mêvanên me jî û serê mêvaneke me şikandin. Li me hemûyan dan, bi pehînan."   Dayik Aksoy, bilêv kir ku polîsan dest daniye ser telefonên li malê hemûyan û got: "Gava polîsan mal sehî dikir, li ser xênî jî helîkopter diçûn û dihatin. Li malê tu tişt nedîtin. Xeber ji me re gotin û heqaret kirin. Şopa li ser qedeh û amûrên li malê girtin. Polîsan ji min re got, 'Ji ber ku me derî û paceyên we neşikandine divê tu giliyê me nekî.'"   'HAYA WAN JI MIRINA KURÊ MIN TUNE YE'    Dayik Aksoy, anî ziman ku polîsan wêneyê kurê wê Agît Îpek ê li dîwar daliqandî nîşan dane û gotine: "Kurê te ev wêne ji te re şandin?" Aksoy got: "Min ji wan re got, we kurê min kuşt. Gotin, 'Na, kurê te sax e.' Haya wan ji mirina kurê min tune ye."    Dayik Aksoy, destnîşan kir ku di avêtina ser malê de tahde li wan hatiye kirin û piştî lêgerîna li malê qediyaye wê û mêvanên wê birine Midûriyeta Polîsan a Amedê û got polîan jê re gotiye: "Mêvanên te ji bo plansaziya çalakiyê hatine? Tu endama HDP'ê yî? Tu çima diçî HDP'ê? Tu bi tena serê xwe dimînî, kî alîkariya te dike? Çima tu naçî cem zarokên xwe? Xaniyê te bi kirê ye yan ê te ye? Ji nav PKK'ê tu kê nas dikî?"    Dayik Aksoy got: "Ez ji wan natirsim. Çavê wan lê ye me bitepisînin. Ez ê serî netewînim."