Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn 2020-12-24 16:01:15   ÊLIH - Di encama hevberdana pesarêya (îskele) ku karkerên înşaatê li ser dixebitîn de li TEÎAŞ’ê karkerekî jiyana xwe ji dest da û 2 karker jî birîndar bûn.   Li navenda Êlihê, dema boyaxkirina dûwarê derve yê avahiya xizmetê ya 16'emîn Miduriyeta Herêmê ya Êlihê ya Şîrketa Anonîm a Ragihîna Ceyranê ya Tirkiyeyê (TEİAŞ) ya li ser Rêya Hawirdorê ya Başûr pesareya ku karker li ser dixebitin hev ber da û cînayeta kar pêk hat. Hosteyên boyaxê yên şîrketeke taybet, dema ku pesareya hesin bi hev xistin û ji bo boyaxkirina dûwar derketin ser, pesare ji nişke ve hev berda û 3 karkerên ketin û di nav koma perçeyên pesareyê de man. Karkerên ku di nav perçeyên pesareyê de man rakirin Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê. Ji 3 karkerên ku wergirtin bin tedawiyê Alî Ogûz (32) ê rewşa wî giran jiyana xwe ji dest da.Hat hîn bûn ku rewşa her du karkerên din baş e.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.