Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê 2020-12-24 15:46:16   STENBOL – Parlamentera HDP’ê Dilşad Cambaz Kaya, ji bo êrişên ku di rojên dawîn de li ser ciwanan zêde dibin got ku xebata AKP-MHP û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye û bi vê gotinê bertek nîşanî zexta da: “Ên qedexekirî hûn in, ne em in.”   Meclisa Ciwanan a Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, derbarê zext û ferzkirina sîxurtiyê ku li endamê wan tê kirin li avahiya partiyê civîna çapameniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Dilşad Cambaz Kaya û gelek endamên meclisê tevlî civînê bûn.    ‘ÊN JI BO SÎXURTIYÊ DIGERÎN KÎ NE?’   Parlamenter Dilşad Cambaz Kaya, diyar kir ku sîxurtiya li partiya wan li Enqereyê dest pê kiriye û wiha got: “Faşîzm rola xwe dilîze. Bi nimreyên sabît li ciwan û sosyalîstan digerin û zextê li ser wan çêdikin. Ên ku ji bo sîxurtiyê digerin kî ne? Divê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bersiva vê bide. Ev xebata AKP-MHP û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye.  Ên qedexekirî hûn in, ne em in. Em ê astengiyan nas nekin û xebatên xwe bidomînin.”   DU CARAN FERZ KIRINE   Endama Mecisa Ciwanan a HDP’ê Dîcle Dogan, diyar kir ku 2 caran sîxurtî lê hatiye ferzkirin û serboriya xwe wiha vegot: “Destpkê di 10’ê kanûnê de polis li min geriyan û sîxurtiyê li min ferz kirin. Ji min re got, ‘tu min nas nakî, hevalên te baş nas dikin. Ez Ahmet’. Ji min xwest xebatên xwe yên di nav HDP’ê rawestînim. Gotin, ‘heke tu xebatên xwe bidomî em ê te bigirin’. Di 17’ê kanûnê de jî li malbata min geriyan û gotin, ‘Em mezintiyê ji keça we re dikin. Hûn dizanin ku keça we di nav HDP’ê de dixebite. Ez qebûl nakim ku xebatên min ên di nav HDP’ê de weke sûc nîşan bidin. Min bi parêzerên xwe re gilî kir. Em di nav siyaseta demokratîk de xebat dimeşînin tirsa, me tuneye.”