Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin 2020-12-24 15:27:53   SÊRT - Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, bertek nîşanî girtina Leyla Guvenê da û diyar kir ku polîs û daraz bi fermana qesrê tevgeriyane û bi komployeke siyasî Guven girtine.    Bertekên li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) Leyla Guven berdewam dikin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, girtina Guven li pêşiya avahiya xwe bi daxuyaniyekê protesto kir. Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, Hevserokên HDP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Sidik Taş axivî û diyar kir ku polîs û darazbi fermana qesrê tevgeriyan bi komployeke siyasî Guven girtine û wiha got: “Di her qada jiyanê de li ser kurdan êrîşeke giran heye. Qeyûm, fezleke, girtin, binçavkirin, tacîz û tecawiz hinek ji van êrîşa ne. Desthilata li hember van êrîşan sernakeve êrişên xwe zêdetir dike û normên hiqûqê bin pê dike.”   ‘SULEYMAN SOYLÛ SÛC DIKE’   Taş, da zanîn ku ji ber dawiya AKP’ê nêzîk bûye ewqas êriş dike û ev tişt anî ziman: “Bi êrişkirina kurdan dixwaze MHP’ê tatmîn bike. Çiqas êriş bikin jî ev gel û rêhevalên wan tu caran paşve gav naavêjin. Suleyman Soylû ji roja hatiye ser peywirê heta niha ve sûc dike. Di mijara Leyla Guven de jî bi talimat dayînê li sûcên xwe sûcan zêde dike. Girtina Guven darbeya siyasîye. Wê berxwedana Guven li girtîgehê bidome û Divê herkes li dora vê berxwedanê bibe xelek."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.