Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin 2020-12-24 15:13:34   AMED – Di danişîna doza rojnamevan Mehmet Şahîn de bi boneya beşdarî civînên KCD’ê bûye, 15 sal ceza jê re hatiye xwestin.     Danişîna 4’emîn a doza rojnamevan û nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Şahîn ê bi îdiaya “rêxistin ava kiriye û birêve biriye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Amedê hat lidarxistin. Bi hêceta ku Şahîn beşdariya civînên KCD’ê bûye doz lê hatiye vekirin.    Şahîn beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Tamûr di danişînê de amade bû. Ji ber Kovîd-19 nehiştin kes dozê bişopîne. Parêzer Resûl Tamûr parastina miwekîlê xwe kir û diyar kir ku miwekîlê wî di doza KCD’ê de cih nagire û lewma jî ew ne gumanbar e û xwest were beraetkirin.    Piştî parastina Tamûr, dozger biryara xwe eşkere kir û xwest Şahîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi 15 salan were cezakirin.    Dadger ji bo parastina li dijî biryara dozger were amadekirin, danişînê taloqî 19’ê çileya 2021’an kir.